• Saturday, 04 May 2024
logo

Çend dîmenên bi kêrç

Çend dîmenên bi kêrç
Berî çend rojan Serokê Yekgirtûyî Îslamî got “Kurdistan di krîzeke siyasî de ye” û gelekên din jî vê gotinê dubare dikin, lê gotina serokê partiyekê bi rijd tê birin ne wek kesên normal. Ez hêvî dikim ku ew kes berê zanibe wateyê “krîza siyasî” çî ye paşê çi dixwaze bila bêje. Berî salekê û 7 meh û nîvê hilbijartinên giştî li Kurdistanê li dar ketin. Li gor derencamên hilbijartinan hin partî gihiştin desthilatê û hinên din jî bi niyaza xwe digel dijbereyê man. Piştî wê jî azadiya rojnamegeriyê li meydanê bû, her wiha azadiya karê siyasî û azadiya xwepêşandanan ta azadiya wê bû sedema kuştina polîsan, îcar kanî “krîza siyasî” yan her kêmûkurtiyek li welêt dibe navnîşana “krîza siyasî”?

Ew zêdegavî dike û axaftinên neberpirsane dibêje, “koma mezin ji bûdceya vî welatî bo polîs pêşmergeyan diçe, ka çima dibêjin hêminî û aramî li Herêma Kurdistanê heye?”. Ev sivikayatî bi hêza ku welêt diparêze û înkarkirina bûdceya ji bo parastina welatiyan û mal û milkê wan xerc dibî, nîşana bê berpirsiya siyasî ye. Çê nabe kesekî berpirs ji tevgereke siyasî revan gotinên tewşo mewşo bêje. Eger hêminî û aramî li welêt bi bûdceyê be, bûdceya Iraqê bi çend qatî bi bûdceya Herêma Kurdistanê ye, lê çi roj nîne ku Iraq bê qurbanî derbaz bibe.

Bêguman eger kesekî ku hêminî û aramiya welatiyan ne xema wî be dê wan gotinan bike, ew û peyrewên wî wiha perwerde bûn ku di xulekeke de xwîna bi 10 birije û çi mûyek ji guvdê wan nelive, lê berevajî dibe hîn kêfxweş bibin. Me ti carî nebihîstiye çi li Iraqê yan li Kurdistanê yan li çi cihekî cîhanê ku komeke îslamî bûne armanc ji terorê re. tundûtûjî ji wan koman re rêya xweşhaliyê ye û hêviya gihiştina bi kursiya desthilatê ye.

Di dîmena dijbereya li Kurdistanê ya nîv-Komediyayî û bi kêrç di vê hefteya dawî de, gelek tiştên bi pêkenok hene. “Nexşerê” û “peymana civakî” ji encûmena “ber Dergehê Seraya” Silêmaniyê heye. Ez piştrast im ku civîna xweda-nenasan û nimêjkeran bê avdest li pey wan melayan, nakeve nav karê siyasî û ji hemûyan tiştekî rijd nahête der, lê min qet bawer nedikir ku dê bigihe vê astê ji kêrça bi xwe û bi dîrokê.
Temenê nûgihayî û ciwaniyê pir xweş e di jiyana mirov de, mirov tê de bi tiştine ji xwe mezintir dirame. Her em jî di vî temenî de wisa bûn, me bi rêya xwendinê xwe xwedî ezmûn didît, çavên me bi Şoreşa Oktoberê deliyabûn her wiha bi Şoreşa Fransî û Komena Parîsê ta radeyekê ku hişê wan di wî zemanî de mabû û tenê gewdê wan dijiya.

Piştî wê em têgihiştin ku Kurdistan welatekî paşketî ye, ji welatên dinyayê cihêreng e. Ne li Kurdistanê karxane hene û ne karkerên zaf hene ku gravê bigirin û nejî sermayedar hene. Wê demê em nû digihîştin û em ne fîlozof bûn wek ên îro li Silêmaniyê “peymana civakî” derdixin ku zarve şoreşgerên fransî dikin û sosyalîzmên Parîsê û fîlozofên sedsala navîn li Ewropayê. Ev tevlihevî ne ya qonaxa pêgihiştin û rewşenbîriyê ye, meger bi niyaza tinaz û kêrçan bi hişê xelkê be yan ji bo bidestxistina hin destkeftan be.

“Peymana civakî” ya kurdî bi îmzeya “Encûmena ber Dergehê Serayê” derket, lê ev encûmen kî ye? Rewayî ji kê standiye? Çon daxwaza hilweşandina her sê serokatiyan li herêmê dike û “bê şert û merc”? û ya ji wê seyrtir xwe wek destûr ji Kurdistanê re pêşkêş dike.

Reftar û nêzîkahiya neberpirsane ya pêşengên dijbereyê û wan fîlozofan dihêle mirov mat bibe û ji aliyekî dî ve vecinqe. Lê ez dibêjim pêwîst nîne ji matbûn û vecinqînê re, çunku niha gok li aliyê desthilatê ye. Rast e, di rojên destpêkê de dema berdavêtinê (keviravêtinê) de, gok li aliyê xwepêşandanan bû, lê niha rewş ne wisa ye. Dijbere li pey gotinên bê wate û vala de diçe û êdî çi tiştî hêjayî rawestandinê di axaftina berpirsên dijbereyê de nîne. Nuha gok di yarîgeha desthilatê de ye û ew dikare bi baweriya xwe bernameya çaksaziyê ya nû bi rê ve bibe û ne xemê eger çend meh biçin. Ya girîng welatî bi rastiya pirsa çaksaziyê pê bihese.

Tiştê dihêle ez di cihê xwe de bibestim, dîmen pêkenok yê bêhêz yê çend kesên di desthilatê de ku dixwazin bi aliyên dijbereyê re rêk bikevin bêtirî ku bernameya desthilatê bi rê ve bibin ku ew destpêka rast a çaksaziyê ye û ji bilî wê çi rê nînin, ne ji ber jinûve derketina metirsiyê, lê ji ber ew bername erkê desthilatê ye û mafê gel e jiyaneke asûde û hêja bijî.

(AKnews)
Top