• Saturday, 04 May 2024
logo

Rejîma çirto û virto

Rejîma çirto û virto
Kurdistaniyên hêja!

Bi rojane cîhan bi baldarî li hêviya axaftina serokê Sûrî Beşar El-Esad bû, ka gelo ewê çi bibêje. Di dawî de di 30.03.2011an de helawî erzan bû û serokê Sûrî di Parlamena Sûrî de axivî. Belê Beşar El-Esad pir axivî, lê ti tiştek nû negot. El-Esad hemû axaftina xwe li ser goya fîtne, fesadî û komployên Navneteweyî yên li ser Sûrî hatine çêkirin kir. Bê guman ti daxwazeke azadîxwazan êdî ji rejima cirto û virtoyan tine, lê dîsa jî cîhan li hêviyê bû, ka ewê çi bibêje. Meşa di 29.03.2011an de li Şamê û hin bajarên din ji bo rejimê wisa çavê Beşar El-Esad kor kiribû, ew wisa ji xwe bawerbû, ku ew hên jî xwediyê desthilata Sûriyê yê heta hetayê ye. Lê Beşar El-Esad bi wê axaftina xwe tenê dilê hevalbendên xwe, dilê kujerên xwe xweşik dikir û cesaret dida wan, ku kujerên wî berdewamiya kuştina mirovên bê sûc û guneh bikin.

Ez ji niha de dibêjim, ku ev şaşiyeke pir mezine. Emê heya demekê bejn û bala Beşar El-Esad bibînin, ka bejna wî çend bihuste. Dema min ew axaftina Beşar El-Esad bihîst, serokê Romanyayê Nikolai Çawûsesko hat bîra min. Çend hefte beriya ku xelk rabe ser piyan û rejima Romanyayê ya Nikolai Çawûsesko di erdê re bike, ewî jî Parlamena Romanyayê civandibû û wek serokê Partiya Kominîst hate hilbijartin û Parlamenterên wî jî hemû rabibûn ser piyan û çepikên xwe jê re lêdixistin. Paşê sosiretek wisa hate serê Nikolai Çawûsesko, ku ew ji aliyê leşkerê xwe ve di roja 25.12.1989an de hate gulebarankirin.

Îjar em dîsa vegerin ser pirsgirêka kompilo, fîtne û fesadên goya li ser Sûriyê. Ev pirsa gelek welatên dîktator dişibîne hev. Dema ew dikevin tengasiyan an jî li ber mirinê bin, di heman dewrê de mekanîzma komplokariyê dixin dewrê. Beasî, Kemalîst û Stalînîstan aqilê xwe bi komployan re xwarine. Çimkî esas yên di rastiyê de komplokerin, ew bixwe ne. Hemû jiyana wan li ser komployan hatiye çêkirin, loma pîskolojiya koployê di laşê wan de bûye kula reş.

Goya rejima Sûriyê ya cirto û virto nahêle îstiqrara welat ji hev de bikeve. Lê bihayê wê îstiqrarê çiye? Kes wisa hêsab nake. Ew di nava Dolaran de dilîzin, xelkê li zincîran dixin, îşkence, kuştin, qirkirin û xizanî serî girtiye, dawî ne beluye. Îjar vana behsa îstiqrarê dikin. Ew îstiqrara ku serok dewletê wê 90 mîlyar Dollar di bankên Swîsre de veşartibe, ew çawa dixwe de wî mafî dibîne, ku behsa îstiqrara welat bike?. Ev rejima mecbûre hilweşe. Ne îro be, sibê ye!!!!!

Almaniya, 31.03.2011
Top