• Saturday, 04 May 2024
logo

Rejîma Sûriyê û yên din li rojhelata navîn li ber mirinê ne

Rejîma Sûriyê û yên din li rojhelata navîn li ber mirinê ne
Kurdistaniyên hêja!

Pêla tevgera azadîxwazan li Rojhilata Navîn destpêka hêviyeke pir mezin daye xort û ciwanan, ku ew bi mêranî li hember rejîman li berxwe didin. Wisa tê xuyakirin, dê ti gel û welat nemînin, ku li wan ev pêla ji bo jiyaneke bêtirs û jiyaneke bi rûmet bêyî dîktatoran pêş de nere û xwe negihînin encamekê, ku her milet ji bindestî û xizaniyê rizgar bibe û li ser axa xwe wek mirovan bijî. Dê ne mimkûn be êdî ti hêz bikaribe vê tevgera azadîxwazan bifetisîne. Dem ji zûde ji bo dîktatoran derbas bûye, ku ew êdî bikaribin bi hovane desthilatiya xwe berdewam bikin.

Va ye qirçe qirç ji rejima Sûrî ya Beesiyan jî tê û êdî roj nîne, ku rejîma El-Essad ji tirs û xofa azadîxwazan mirovên sivîl, yên bê sûc û guneh bikuje. Rewş ne wek berê ye, çavê alemê niha li ser Rojhilata Navîne. Ev jî rejîman dixe nava depresyonan û ew êdî bi hemû hêza xwe ya dawîn bikar tînin, ku li ser text bimînin. Lê ew êdî çawa û çi jî bikin ne mimkûn e, ku ew bikaribin seltanata xwe bimeşînin. Ti kes êdî guh jî nade goya guherîn û tirûvirên wan.

Ez heya niha bi helwesta Kurdên başûrê biçûk gelek razî me. Divêt ew bi lez tevnegerin, ev helwesta wan ya niha di cih de ye. Heger Kurd bi lez û bez tevbigerin, şaşiyan bikin, dibe ku Erebên şovenîst hemû hêzan xwe bikin yek û qirkirineke nû li Kurdistanê çê bikin.

Divêt Kurd heya li tevaya Sûriyê xelk serê xwe raneke ew rawesin, ew haziriyên xwe baş bikin, ku paşê bi carekê ve rejimê bihejînin, daku ew nikaribin li ser Kurdan qetliyaman bikarbînin. Û divêt Kurd haziriyên xwe di qada Navneteweyî de jî baş bikin, alemê baş agahdar bikin, ku dema rejîm têk here, dibe ku Tirk li hawara rejîma Sûriyê werin. Çimkî wek tê zanîn di navbera Tirkiyê û Sûriyê de peymanên veşartî li ser serhildanên Kurdan hene, ku herdu alî di demên tengasiyan de li hawara hevdû werin.

Ez bangî hemî partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên Kurd yên Başûr-Rojava dikim, ku xwe bigîhnin hev û di nava hevdu de yekîtiyeke xurt ava bikin, bi yek dengî biaxivin, ku miletê me li ser axa xwe xwedî gotineke bi hêz be û dinya jî li wan guhdarî bike û baweriya xwe bi wan bînin.

Divêt em baş bizanibin, ku rojên wisa dîrokî her dem nabin para Kurdan. Dîrokê niheqiyeke pir mezin li miletê me kiriye û divêt her kes bi berpirsiyarî tevbigere, ku ew şaşiyên dîrokî dubare nebin. Hêviya min ji hemû aliyên Kurd ew e, ku guhên xwe nedin partiyên Kurd çi ji Bakur û çi jî ji Başûr. Divêt stratejiyeke mîlî, neteweyî ji bo miletê me li Başûr-Rojava ava bibe ku cîhan jî alîkariya wan bike.

Almaniya, 26.03.2011
Top