• Saturday, 04 May 2024
logo

Xewna dêrîn û dîrokî

Xewna dêrîn û dîrokî
Leşkerên pêşmerge yên Kurdistanê berî demekê gihiştin Kerkûkê. Ev rûdaneke bê mînak e ku di mêjûya tevgera rizgarîxwaza a Kurdistanê de rû dide. Me dengo bîst pêşmerge ta çiyayê Hemrîn digirine dest, ev jî xewneke din e dihête cî û bawer nakim. Heta par jî, malên kerkûkiyan aware vedigeriyan bajarê xwe, hezar û yek gotin jê re dihatin gotin, tirkmen û ereb karvedanên tund didan. Niha rûdan bi rêjeyeke lezgîn têper dibin. Li Rojhilata Navîn û navçeyên erebî û îslamî de guhartinên mezin rû didin, navxweya Iraqê li bereyeke terazû de ye, hemû ji berjewendiya kurdan re vedigere eger bi jêhatî nêzîk bibe.

Ka em salên niha û salên berê hevber bikin. sala 2003ê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) rê bi kurdan neda biçine nav bajarê Kerkûkê. Diyar e ev ji bo ragirtina hevsengiyê digel Tirkiye û welatên ereb de bû, sereray raçavbirina pêwendiyên digel aliyên Iraqî ku wê demê dijbere bûn. Niha ev hatiye guhartin, eger em nebêjin berevajî bûye. Tirkiye ne rêgir e derbarê çûna pêşmerge bo Kerkûkê, her wiha bereya turkman jî bêdeng e. ji navxweyî Iraqê ve dengê nerazîbûnê nîne. Hikûmeta Malikî dê kêfxweş be ku Kerkûk ji ajawe û teşqeleyan bi dûr bikeve her wiha eger bikeve destê kurdan jî. Malikî eger zorîneya kursiyên parlamentoyê li pişt be hîç xemê naxwe ku şeqam jê razî be, hemû serokên navçeyê îro xema wan bûye bi xema parastina kursiyê. Bi baweriya min êdî Şîeyên Iraqê wiha bawer in ku Kerkûk bi dest kurdan de be baştir e ku di dest suniyên Iraqê de be.

Li aliyê din sunî xwe wek hêzekê nanimînin, hêzeke wan gihişte desthilatê û serokatiya parlamentoyê dike û desthilatê de beşdar in, hêzeke wan a din li palpiştiya terorîstan dike û hîn di xewna vegera Baas bo Iraqê de ne. ji vê de me têdigihîn ku metirsiya suniyan bi ser kurdan de gelek kêm bûye. Ne artêşa wan heye û ne jî çek û pere û ne jî piştgiriyeke navdewletî. Bi kurtî ez bêjim di dîroka Iraqê de ti carî derfet bi dest kurdan neketiye ku berev serxwebûna xwe biçin.

Hevsêyên din, Îran li vî alî di halê xwe de ye. Her çiqas dest li hin karan werdide û dixwaze tengejeya navxweyî bibe derve, lê piraniya çavdêran dibêjin ew dê nêzîk biteqe û bigihe Misr û Tûnis. Welatên ereb jî di rewşekê de ne nikarin rê li ber kurdan bigirin eger kurd serxwebûna xwe bixwazin. Bi kurtî em dikarin bêjin kurd di qonaxeke zêrîn de ji bo pêkanîna armancên xwe yên dîrokî û ew dem ji dest kurdan diçe. Bêguman dinyaya derve wek Ewropa û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) jî nabe asteng li ber van xwestekên kurdan. Ew sîstemên dîktator yên dibûn asteng û rêgir jî hemû berev hilweşandin çûn. Jixwe Ewropa berjewendiyên xwe li vê herêmê pir kêm bûne û DYA jî ji berê kêmtir dest rê werdide.

Ev hemû li ber çavan in ji bo şîrovekarek, kurd be yan biyanî be, rewşa kurdan têbigihêje. Rizgarbûn bi Kerkûk ve ku xewnekî dîrokî bû niha ne dûr e didemeke nêzîk de cîbicî bibe. Bêguman hemû hewlên kurdan di dîrokê de wek lîskeke kabê bû, ne tenê ji ber ho û sedemên derekî lê her wiha ji ber sedemên navxweyî jî. Îro leşkerên pêşmerge yên Kurdistanê artêşeke bi hêz e, qet nebe ji bo navxweyî Iraqê henek pê nabin. Girêbestên neftê hene ku binaxeya birêvebirina aborî ne di dema serxwebûnê de, Parlamento û Hikûmet, damezraya dadweriyê jî heye, polîs û asayiş jî heye, firîngeh û pêwendiyên dîplomasî yên kurdan jî hene. Ev hemû malê ku pişt pê tê girêdana ji bo cihêbûnê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî demekê xelata rêzlênanê ji Ewropa ve wergirt di warê Tolerance (Lêborînê) de. Ev warekî ku di nav hemû mirovahiyê de kêşeyên wê hene, ne tenê di nav dunyaya rojhilat û ereb û muslimanan de ku di vî warî de gelek paşketî ne, ta radeyekê ku Ewropa û DYA jî ji ber wan dinalin. Kurdek di vê navçeya paşketî de xelata Tolerance werbigire û bi camêrî kar ji bo lêborînê bike, bêguman dinyaya jiyar û paşketî rêzê jê re digire û guh dide û bi gotina wî jî dike di xebata bo mafên rewa de. Xelatkirina Serok Barzanî li warê lêborînê de xelata mizgîniyê di nêzîkbûna ji asoyê azadiyê de ji bo kurdan dide.

Heta vir rewşa Kurdistanê û derve ron û aşkere ye, her kes dibîne heta ku nikolî û behaneyan jê re bibînî. Ji vir û pê de ez tênagihim ku dijbereya kurdî berê xwe li Kurdistanê bi ku de girtiye? Çûna pêşmergeyan bo Kerkûkê senaryo dibîne? Xewn û bizava azadiya Kurdistanê bi lîstk dibîne? Min hez nedikir ku ev dijbere di vê dema hestyar de naveroka xwe ya rast derbixe, naverokeke bê berpirsane, lê em çi bikin ev wijdanê mirovê kurd e.

Eger Kurdistanê jî bi senaryo bidin nasîn, eger hemû mafên gelê kurd ên bingehîn bi senaryo bidin nasîn, ez disepînim, hêzek di bingehê xwe de jib o têkdana berpirsyariyê hatibe rojevê, îro roja wan e ku karê xwe wiha bikin. Ev gotin min hezar car gotiye.

(AKnews)
Top