• Saturday, 04 May 2024
logo

Şîretek bê beramber

Şîretek bê beramber
Kurdistan ne welatekî weku ewên şepola serhildana xwe lê girtiye ji bo vegerana textê desthilata siyasî yê dîktatorî. Berî sala û nîvekê hilbijartinên giştî li her devereke Herêma Kurdistanê û berî kêmî salekê li Iraqê hatin encamdan. Xwepêşandan û raperînên van welatan ji aliyê dijbereya (Mûxelefet) Kurdistanê ve gelek bi kurtbînî hate temaşekirin. Berî 7 salan yek ji mezintrîn dîktatorên dinyayê li Iraqê bi dawî hat, ew destpêka û seriyê dîroka nû ye li vî welatê û Herêma Kurdistanê jî di nav de, bila ji bîra me neçe ku duristkirina Iraqa yekgirtî, federal û demokrat karekî bi dijwarî pêk hatiye û renge bi serî nebe piştî vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), vêketine şerê navxweyî yek ji wan metirsiyan e ku dibe di her kêliyekê de di cihekî hestyar de vêkeve û sertapêyê Iraqê li xwe bigire.

Ewê ez dibêjim têgihiştina alfabeya dîmenê vî welatî ye. Bêguman di nav vê rewşa aloz de birêveberiya baş nîne, xizmetguzariya baş nîne, bêdadî heye û cudakarî heye û gendelî fireh e. Renge yek bêje Kurdistan cuda ye ewlehî û cîgîrî lê hatiye sepandin û digel Iraqê hevber bikî, ev jî ta radeyekê rast e û nabe jî sedî sed be. Rewşa siyasî ya Iraqê her berdewam hikariyê li ser rewşa Herêma Kurdistanê dike. Herêm piraniya wizeya xwe di rêya Bexdayê re werdigire.

Her çon be dîmenê Kurdistanê ê niha li ber çavan gelek kifş û aşkere ye, herşe û gef lê tên xwarin eger bi jîrane rê li ber nehête girtin dê Kurdistanê vegerîne serdema pêkdadana navxweyî. Metirsiya derve jî ji Iraqê ve têt ku gefa vêketina şerê navxweyî di rojevê de ye.

Berpirsên Kurdistanê bi desthilat û dijbereyê ve nabe çavê wan ji çêbûna şerê navxweyî yê Iraqê xafil bibe, çendîn senaryo bo Kurdistanê dihêne pêş ku yek ji wan senaryoyê kurdî û daxwaza cudabûnê ye. Ev senaryoyê kurdî bi çi şêweyî naçe serî eger yekrêziya siyasî ya Kurdistanê ne di rojevê de be.

Ji ber vê yekê dijbereya Kurdistanê di van şert û mercan de bi berpirsane nêzîk nabe. Divê dijbere bizanibe Ku bi vêketina şerê navxweyî li Iraqê yan tenê bi girjiya ji sînoran de yan jî tenê bi berangarbûna siyasî bi Iraqê re, çi şerîiyeta kolana kurdî namîne, ku niha dijbere bajarê xwe bi hev dixe ji gihiştina çend destkeftên partîtî. Her wek berê min amaje pê da ku kola Kurdistanê ne ya Tûnis, Misr û Lîbya ye, ev kolana me di binaxeyê de ne rewa ye ji bo guherîna rewşa siyasî. Bêguman kolan dikare fişarê bide li ser çareseriya gendeliyê yan ji bo çaksaziya kargêrî yan jî başkirina rewşa mafê mirovan, lê rê nîne ji bo guherîna desthilata siyasî. Di çi welatekî dinyayê de jî ev maf bi ne bidest kolanê de ye li dawiyê biryar vedigere ser sindoqên dengdanê.

Dijbereya Kurdistanê, pê li textekî lawaz dine ku kolanê ji bo vê yekê dixe tevgerê, ji aliyekî ve kolanê mafê vê yekê nîne ku demê heta demê hilbijartin tê de têne encamdan û ji aliyê din ve ew hemahengiya ku heta niha di navbera desthilat û dijbereyê de heye dixe ber metirsiyê. Ez bi wê yekê ne bawer im ku piştî bûyerên li Silêmaniyê û şaştî û êrişa bi ser baregehê partî de, pêwendî vegerin asta berê.

Ez wiha dizanim ku bêezmûnî mirov ewqas serhişk dike, serhişkî jî guhartinê durist nake. Ewên serhişkiyan li Misr û Tûnis durist dikin, divê bizanibin ku hêdî hêdî rewşa wî welatî berev pêş diçe, mînakên televizyonên ku behsa bûyeran dikin têrê nakin ku rastiyê aşkere bikin, kanala el-Cazîre ne bêalî ye û pişt ppê nahê girêdan û her wiha medyaya rojava jî li gor xwe dinirxîne. Siyaset û xwendina rast ya siyasetê ne li pey gotin û ragihandinê el-Cezîre û televizyonên rojava tê. Di rastiyê de kêmîneyek fişarê dike û dest ji kolanê bernade û nahêle kar bête encamdan, bêguman piranî bê deng dibe û danakeve kolanê. Piranî di roja dengdanê diçe ser sindoqan û encamê yekalî dike.

Dijbereya kurdî di vê lîstika bi kêrç de ji vê zêdetir tişt bi dest nakeve û gelek zirarê dike û baweriya gel ji dest dide, çi ji aliyê gel ve çi ji aliyê desthilatê ve. Desthilata kurdî dijbereyê wek hevbeş seyr dike ne wek nehez. Ji çend salan de dîmeneke wiha ye di nav hikûmetê de bin yan jî li derve pirsa wan tête kirin. Derfeta herî mezin ji bo karê siyasî û medyayê li ber dest wan e. Lêdan û rûxana vê pêwendiya afirandî çendîn qonax pirsa demokrasiyê berev paş dibe, eger bi yekcarî nexeniqîne. Min xwest di vê gotarê de dijbereyê hişyar bikim ji vê lîstika bi kêrç, siyast ew qasî ne bê bav û dayîk e. Siyaset berpirsanetirîn karê civakî ye û ji hemû tiştî zêdetir rûpelên dîrokê dadigire, di hemû warên jiyanê de û li civakê jî reng vedide. Civak jî ne famreş û gêj e, bi qasî dijbereyê jî têgihiştiye, civak li dawiyê biryara jîrane dide.

(AKnews)
Top