• Saturday, 04 May 2024
logo

Guhartin lê bi tundûtûjî: Na!

Guhartin lê bi tundûtûjî: Na!
Raperîn û şoreş êdî bûne wek çûna seyranekê, komek xort bi êvarê planê dadihênin û bi sibê pê radibin. Ev nerêt û tîtaleke nû ye li herêma me. Lê ne bi temamî nû ye, bi dirêjiya sedsal bîstê ev tîtal hebû wek şêwazek ji bo guhartina desthilatê di çend welatên li navçeyê. Cîwaziya wan ku artêşê rê li ber wan xweş dikir û paşê dora gel dihat, wek li Misr sala 1952ê, Iraq 1958ê, yan jî çalakên siyasî gel dadixist kolanan û şoreş bi wan saz dikir Îran 1979. Vê carê cuda ye bê çi bername û plangerî, şoreş diteqe belav dibe û di heyama çend rojan de mezintrîn desthilat hildiweşîne, ne partî pê re ne û ne jî derbeya leşkerî.

Sedema vê diyardeyê diyar e, azara gelan di hinavê de gihiştiye radeyekê ku bi êşeke biçûk diteqe. Li beramberê li aliyê desthilatê ew qas kêmasî û bêsîstemî. Lê encam dê çi be? Ev xem û peroşa hemûyan e û dipirsin aya ev guhartineke regajo (binaxeyî) ye û welat diçe ser rêya rast? Yan jî tundûtûjî û bêsîstemî ji hinên din vedizîn? Ez di wê baweriyê de me her du dox (bar, halet) renge rû bidin. Ew jî li gor şert û mercên şaristanî yên di welêt de rû vedide.

Renge li Misr û Tûnis weku 2 welatên xwedan jiyaneke şaristyane, guhartin rû bidin, ew jî bêguman hêdê hêdî û bi aramî û hêminî. Li hindek welatên din ji ber ku jiyana şaristyane hîn sergihayî nebûye renge guherîn berbavê û têk biçe û geryaneke din ji êş û azara gelan dest pê dike.

Renge her kesek bipirse eger raperîn û şoreş û her karekî şoreşgerî çareser bûya ji bo kêşeyên siyasî, civakî û aborî, divê ev welat di binaxeyê de bê kêşe bûya? Ji ber ku piraniya sîstemên van welatên Rojhilata Navîn di van rêyan re hatine ser desthilatê û belên û sozên giran ji bo guhartinê dane ta li dawiyê desteyek ji kelembaz û fêlbazan gihiştine lûtkeya desthilatê û ew ji xwe re bi dehan salan qorix kirin.
Ji mêj ve diyar bûye ku raperîn û şoreş şêwazên bê encam in di vê serdemê de, karvedan û bertek li ser çewtiyên desthilatê, ti çareseriyan bi xwe re nîne. Dijbereyek di rojevê de nîne ku bernameyeke serdemiyane di hembêza xwe de rakiribe, dîmenê herî li pêş ji nav wan li vê herêmê dijbereya tevgerên îslamî ne ku bernameya wan rûyê xwe dide paş û tarêtiyê ne berev pêş û sibarojeke ronak. Ev bûyerên vê heyamê birrek in ji çîroka tundûtûjiyê, çi tundiya grûpeke serserî û pawanker be, çi tundûtûjiya bizavên îslamî be.

Ew ê zêdetir barûdox aloz û li hev xistî medya ye, medyaya serbixwe, yan em bêjin medyaya li dijî desthilatê di van welatan de ku ew han bi tundûtûjiyê dide. Bêyî ew bizanibe ku tundûtûjî bi xwe tundrêyê diafirîne. Kanala el-Jezîre berdewam dîmenên sotin û wêrankirinê belav dike û bûyerên erênî ku xwepêşander dikin. Rojekê tê em ê bibînin çon ew kesên îro keviran davêjin desthilatê dikevin ber keviran û kevir tên wan jî. Di Kurdistana me de jî her wiha, min di gotarên rojnameyên li dijî desthilatê de xwend ku ew xelkê han didin êrişê bibin ser liqê çarê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ev çi sîstema malwêran e di vê serdemê de? Bi taybet bo kurdan.

Divê ti carî ji bîra me neçe ku ev dinya ji aliyê şoreşa teknîkî ve hate guhartin. Di vê serdemê de mirov gihişte jiyaneke hêjatir û ji bo wê jî tê dikoşin. Îro mirovayetî yek staylê jiyanê dixwaze. Nema sîstemên bi şêweyên cîwaz û têvel di jiyanê de karibin berdewam bikin, sîstemên siyasî divê bibin yek cur ta bikaribin bi hev re biguncin. Her kes hest pê dike ku derbarê hilbijartinan de gotara cîhanê hemû yek gotar e, ew jî guhartina desthilatê ye bi hêminî û bi rêya dengdanê. Mihemed Beradî şaş kir ku çûye Misrê diviyabû li dervebûya. Li Kurdistana me de jî gelek rewşenbîran wek guherînxwazê civakê xwestin xwe bidin pêş digel kevir-avêjan û avedaniyê têk bidin û ewlehiyê bişêwênin.

Kurd dibêjin “Hemû rê diçin zozanan”. Hemû tişt jî di vê serdema me de diçe ser sindoqan. Desthilata Misr û Tûnisê jî soz dan ku bi rêya dengdanê serok hilbijêrin û serokê berê careke din xwe yan kurê xwe bo hilbijartina kendîd nekin. Bi nêrîna min di vir de rawestiya baştir bû. Destbidestkirina desthilatê jî jê baştir nabe.

Gotinek heye dibêje “eger bixwazî welatekî wêran bikî, hewil bide şoreşeke tê de rake”. Çon dike ve serê kurdekî ku çaksazî bi kevir-avêtinê û şewitandina avahiyan pêk tê. Kavilên piştî raperînê û vejandina îro bi hev re hempa nabin. Piştî bûyerên raborî li Silêmaniyê ji dehan welatiyên Hewlêrê min hest bi xem û peroşa wan li ser parastina vê ezmûnê kir ji çarenûsa reş. Bi sedan jin li mal giriyan ku nexwestin Kurdistan bête şêwandin. Axaftina welatiyekî ku kurekî xwe ji dest daye nimûneya berpirsiya kurdî ye. Got tika ye bila guherîn bi nermî pêk bihên ne bi tundûtûjî. Ev gotineke kurdî divê bête guhdarkirin ne gotina rewşenbîrekî sotanker e. jinekê li Trablusê hawar dikir digot “Qedafî welat kire Helbçe” giriyê min hat. Serkirdeyên Goran û Îslamiyên kurd di bîra wan de bi qasî vê pîrejinê Helebçe û karesata wê nîne, hezkirina ezezî ya kesayetiya wan ew kor kirine.

(AKnews)
Top