Çareserî li ku ye?
February 15, 2011
Gotar û Nerîn
Gelek caran li ba gelên ku dest bi guhartinê dikin, ji ber nebûna bernameyeke ron û aşkere ku hemû li ser rêk bikevin, encam berevajî vedigerin û poşmanî dest pê dike. Ev rewşeke giştî li hemû navçeyê. Li Misr dijbereya serdemiyane lawaz e, bijardeya civakê jî ku tiwêja rewşenbîr e dikare bibe hêza guhartinê lê hemû li aliyên desthilatê ne. îslama siyasî xwe melisandiye ji bo çinîna berhema kolanê. Kitûmit wek Îranê berî 30 salî, rejîmek hat xelk jê bêzar e.
Êdî oldar û çareseriya ayînî nabin rêber ji bo jiyaneke hêja. Çareseriya ayînî ji bo gelan kevin bûye. Piştî ezmûna Îran û Sûdanê ji gelan re aşkere bû ku dawiya çareseriya ayînî hatiye û pêwîstî bi şêwazên serdemiyane heye. Civaka ewropî di siyaset û xebata rewşenbîrî de berî sedan salan hizr û bîra xwe guhartin û di bin saya ayînê derketin. Ev guhartin berdewam e û heta heta nû dibe, ev e şêwazê serdemiyane, lê di ayînê de guhartin û destêwerdan nîne, ayîn guhartin dadixe û digire.
Gelek caran em dibihîsin sêkularîzma ereb û îslam bi dawî hatiye û vegeriyaye ser ayîn û oldariya xwe. Gotin di bingehê de rast e çunku ew her du bi hev re nabin yan sêkularîzm yan jî ayîn, lê ew sîstema ereban ne sêkularî ne divê navekî din ji wan re bête danîn. Dewleta sêkularî çend pênaseyên wê hene divê ew di nav de bêne sepandin, bo nimûne dûrxistina ayîn ji desthilatê ku ev di hîç welatekî ereb de nahê dîtin. Partiyên îslamî jî çendî îslamê bi kar tînin ji bo wergirtina desthilatê û desthilat jî çendîn wan bi kar tîne ji bo bicihkirina desthilata xwe. Mercê duyê jî damezrandina dam û dezgehên dewletê ye ku ev jî di hîç welatekî ereb de tune ye. Di welatên ereb de hemû pile û payên desthilatê para partiya desthilatdar e. Xaleke din pêdeçûna bi karûbar bi şêweyekî yasayî û xaleke din pêdana mafê hemwelatîbûnê li ser bingeha. Em dikarin çend xalên din jî rêz bikin ku pêwîst e di dewleta sêkularî de hebin. Di dinyaya ereb de ji bilî digel Iraqa me jî hîç yek ji wan nahê dîtin.
Pênaseya van welatan ku ew ne sêkularî û ne ayînî ne, tiştekî di navbera wan herduyan de ne. Dema pêwîst be ji hemû kesî bêtir îslamî ne, salane çendîn pertûkên erebî qedexe dikin, di vî warî de em biçin Misrê pertûka “Hezar şev û şevek” ku ji kelepûra berî hezar û sê sed sal e, lê bi çapa xwe ya orjînal nahê dîtin, hatiye heramkirin. Hemû ev tiştan ji bo razîkirina aliyên Îslamî ye. Di rastiyê de sertapêyê welêt ji kargêrî, ewlehî, rewşenbîrî, bazirganî û artêş bi destê partiyekî hatiye dagirtin.
Bi boçûna min çareserî di van welatan de tenê di yek rêyekê re ye, ew jî ta demeke demkî ta cîgirê serdemiyane durist bibe. Ew çareseriya jî yekgirtina hêza bêzar ya civakê û hêza bîryarî û rewşenbîrî ye, ta ku ew bi hev re fişarê bixin ser desthilatê ji bo serekî yê welêt wek bêkarî, hejarî, birçîtî û dabînkirina desteberiyên tenduristî û civakî û her wiha çareseriya gendeliyê.
Bi baweriya min di vê qonaxê de rewşenbîr û bijardeya welat ji hemû kesî zêdetir berpirsyar in, li paş van jî tevgera çep jî berpirsyar in. çepayetî ne tenê modela berê ye, çepayetî hemû tevgereke serdemiyane ye ji bo xêr û bêra hejaran û ji bo paşeroja welat. Tevgereke din ya çep a serdemiyane di nav vê tiwêja bijarde serî hilde bi şêweyê tevgereke fişarker ku ji aliyekî ve rênma û amojgarî bidin civaka jêrîn û ji aliyê din ve bo civaka jorîn. Ta wê dema hilbijardeya rewşenbîr rola xwe ya rastekî di civakê de bilîze, gelên vê navçeyê her bû serûber dimînin û xebata wan her bê ber dibe. Bila bêzar her bi hêrs bibin û bila her biteqin, tevgera ayînî parastî ye ji bo wergirtina destkeftên teqînan.
(AKnews)