Destên Husênê Xizirî
February 6, 2011
Gotar û Nerîn
Destên xwe ji çîveçîva çûkên Ûrmiyeyê re vekirî bihêle û di hêlînên şevistana welatê xwe de, şevçirayan, werzên girî, şaneşînên xatirxwestinê, baskên qederê û daristanên şewatên sermedê, bipesinîne, bêriya baranê bike û hemî dayikên reşgirêdayî di ewrên reş de bigurmîne!
***
Ji Nîzamîyî re bibêje: de Heft Peykerên xwe bi ser hişê min de birûxîne, min ji peyvê bidize, min hêjayî sêdaran û celadan bibîne û ji Ferdewsiyî re jî bibêje de Şahnameya xwe di goristana xewna min de veşêre, zebeniyên xwe bi hibra sor bihejmêre, laşê letlet bike û li mîrnişîniyên talana xwe belav bike û ji kujerên xwe jî re bibêje:
“Behram ke gûr giriftî hemî umir
Dîdî ke çikone gor behram girift”
Li ber serê azadiyê destên xwe hişyar dihiştin, li ser destên wan welatên xemgîn dipişkivîn û li ser eniya welatan jînenîgariyên xwe yên ji kevir bi pênûsên ji kevir û bi xwînên ji kevir û bi zimanên ji kevir, bi tembînameyên ji kevir, bi çerxên ji kevir, bi şaristaniyên ji kevir û bi hasten ji kevir dinivîsandin.
Peyvên wan di gewriya wan de diêşiyan, pinpinîkên wan di ronahiya çavên wan de dilerizîn, ji gavên wan sirûd, payizok, lavij û govendên ji êgir dipijiqîn, di giyanên wan de roj û rojgaran pencereyên xwe vedikirin, di bîbikên wan de bi qasî Dimdimê rondik û keservedan diherikîn, hespên wan ji mermeran, ji durêyên gawirane, ji bîranînên dûmanê û ji pêdariya xweşmêran bûn, ferhengên wan ji ronahiyan, ji destên teşîrês, ji milên tivinghilgir û qefdên nêrgizan bûn, hestên wan ji bendên nimebaranê, ji pirtûkên xunava pîroz û ji tavsorkên gumanê bûn, helbestên wan ji kevokên birîndar, ji kewên birakuj û ji bayê kur bûn, dilên wan ji mircanan û zengilên wan jî ji silav û himbêzkirinan bûn.
***
Di navbera Tehran û Kermenşanê de dilê xwe li ser devê şûr bihêle!
Gulên sor ji ber bike û hemî pencereyên reş ên Kurdistanê bi ser gulistana şehîdan ve veke.
Xwîna dîrokê ji ser peyvan paqij bike,
nimêjên dayika xwe, bêzariya bavê xwe, toza hinarkên Urmiyeyê, sosretên nexşeya çiyayên xwe, xewrevîna xwedawendên hişê xwe, awaz û ritmên işkenceyê, pêlvedana hawarên xwe û pêximber û pîrozmendên çîroka xwe bi pinpinîkên zarotiyê dorpêç bike, tîpên dastanê bi evîna xwe bixemilîne, serdemên westanê bi serhişkiya xwe sertac bike, destên tirsê xine bike û bazinên azadiyê ji Mehabadê re bihêle!!