Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan
December 24, 2010
Gotar û Nerîn
Kurd herdem çavkaniya dayînê bûne û li ber xwe dane lê êrîşî ti kesî jî nekirine û hergav piştgiriya sitembaran kirine û li dijî dagîrkeran şerê xwe meşandine, ne tenê li Kurdistanê lê herwiha heta tixûbên Sûriyê, Felestînê, Misrê, Sûdanê, Yemen û Bakurê Efrîqayê jî.
Eger ko şensê kurdan nebûye û balansên siyasî yên herêmî, lokal û navdewletî di serdemê kolonyalîzmê û heya piştî hilweşîna dewleta osmanî de li dijî wan bûne di warê çespandina nasnameya wan a netewî û di çarçoveya pêkhateyeke azad de wek gelên cîranên Kurdistanê, lê ev bi ti hawî nayê wateya ko kurdan hewl nedaye yan qurbanî nedane û serî nehildane û raperîn çênekirine wek miletên din.
Lê mixabin û li pêşberî jimareke zêde ya neyar û dijminan, kurdan cengên rizgariyê di heyama rizgariya gelên deverê û serxwebûna dewletan de wenda kir. Ji bilî hêz û dewletên dagîrker û mandater ên rojava, herwiha sîstem û rêjîmên ”niştimanî” yên şoven û paşketî ko li ser destê biyaniyan hatine mezin kirin û perwerde kirin û dewletên – bombekirî – çêkirin ko heye her demekê biteqin jî dijî kurdan ketin dewrê.
Berî binavkirina vîna rizgariyê li cem neteweyan wek prensîba mafê çarenûsê û yasayîkirina vî mafî bi sedan sal, pêkhateyên netewî li deverê û cîhanê li rêyên cuda bo rizgariyê geriyan. Eger ko daxwaza serxwebûnê di wêjeya devkî û folklora gelêrî û helbestên helbestvanên kurd de bi awayên sembolîk di zemanên berê de xuya kiribe jî, lê helbestvanê kurd ê herî mezin Ehmedê Xanî hê ji sedsala 16-ê ve bi awayekî eşkere daxwaza mafê çarenûsê bo kurdan kir ligel avakirina dewletekê wek "tirk, ereb û `eceman". Herwiha raperîn û tevgerên çandî û siyasî yên ko bê navber bi sedan salan li seranserê Kurdistanê hatin kirin daxwaza serxwebûna gelê kurd dikirin. Ev yeka han jî bi awayekî pir eşkere di axaftina nûnerê gelê kurd general Şerîf Paşa di kongreya aştiyê li Parîsê ko piştî cenga cîhanê ya yekê hat sazkirin, hat xuya kirin.
Piştî cenga cîhanê ya diduyan jî, partiyên demokrat ên Kurdistanê yên ko li Îran û Iraqê û pişt re li Sûriyê û dawî jî li Tirkiyê hatin damezrandin di bernameyên xwe de rahiştin hinek nîşanên giştî bo prensîba mafê çarenûsê, ev mafê ko bi awayekî eşkere di 14 prensîbên serokê USA-yê wê demê de Willson de hat çespandin û êdî şoreşa oktoberê ya sosyalîst a herî mezin lê xwedî derket.
Herwiha mafê çarenûsê bû bendek di peymana NY û prensîbeke pîroz di têkiliyên navdewletî û di bername û belgenameyên partiyên çepgir û bizavên rizgariya niştimanî û civaka sivîl de li seransere cîhanê. Piraniya van aliyan li ser prensîbê lihev kirin, lê li ser hurdekarî û cîbicîkirina pratîk lihev nekirin, lewma mafê çarenûsê bû cihê gelek şirove û nerîn û dijberiyan ne ko bi tenê ji aliyê rêjîmên pêkut û nijadperest, lê herwiha ji aliyê kesên ko piştgiriya vî mafî jî dikin.
Me li jor got ko partiyên kurdistanî, mafê çarenûsê di destpêka bernameyên xwe de bi awayekî çespandî yan wek nîşanekê di warê giştî de anîn holê, lê bi awayekî vekirî daxwaza vî mafê han nekirin, lê bêtir tekezî li ser bidestxistina mafên netewî, siyasî, çandî û îdarî kirin.
Ji ber cudahiyê di danasîna mafê çarenûsê de ko li gor hinekan tê wateya cudaxwazî û avakirina dewleta serbixwe, piraniya aliyên tevgera siyasî ya kurd bi awayekî sergirtî daxwaza vî mafî kirin, nemaze ji tirsa rûbirûbûna digel sezayên qanunî yên tund bi guneha parçekirina welatan. Ji alîkî din ve jî, serkirdayetiyên siyasî yên kurd nikarîbûn di qonaxên derbasbûyî de mafê çarenûsê lêkolîn û rexne bikin û binirxînin û awayên bikarhatina mafê hanê li ser doza netewî ya Kurd zelal bikin.
Sedemê vê yekê jî bi dîtina min, lawaziya wan a ramanî û çandî bû. Lê jibîra me neçe jî ko hêz û partiyên neteweyên serdest li welatên ko gelê kurd li ser wan hatiye dabeş kirin, herdem çavên xwe ji vî mafê hanê digirtin û qet wek rêya çareserkirina doza kurd li welatên xwe nedidîtin. Bi vî rengî wan herdem xwe ”kerr” dikirin û bi erkên xwe yên welatî û demokratîk ranedibûn.
Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê bi awayekî zanistî û pratîk ligel vê meseleyê rûbirû bû nemaze di kongreya xwe ya 5an di sala 1980an de dema mafê çarenûsê bo gelê kurd li Sûriyê yê ko li ser xaka xwe ya dîrokî - Rojavayê Kurdistanê - dijî di bernameya xwe de çespand, û diyar kir ko ev maf nayê wateya cudabûn û avakirina dewleta serbixwe lê gelek egeran lixwe digre wek ”dayina mafên siyasî û çandî - ne navendiya îdarî-navçeya netewî- îdareya herêmî- otonomî- sîstema federe- konfederalî û serxwebûn”. Partiya Hevgirtinê rêya bicîkirina mafê çarenûsê bi birêveçûna referendûmeke azad bo gelê kurd li Sûriyê ve girêdabû, helbet li Sûriyeyeke pirreng û demokratîk.
Ji dema bidawîhatina şerê sar ve mafê çarenûsê bû cihê giringiya civaka navdewletî bi riya dezgehên NY û aliyên navdewletî yên mezin nemaze Amerîka û welatên Ewropa. Herwiha navendên lêkolînê yên navdewletî li ber ronahiya tecrubeyên Efxanistan, Iraq, Felestîn, Sûdan, Lubnan û Yugoslavia ya berê û dewletên Yekîtiya Sovyêtê ya berê ev maf dewlemend kirin û şertên wî baştir kirin, bi taybetî bi riya çespandina desttêwerdana mirovî û rewabûna sererastkirina sînorên destçêkirî yên ko ji dema şerê cîhanê yê dudiyan hatine danîn û herwiha rewabûna hilweşandina dewletên tekane yên totalîter û jinû ve avakirina wan li ser bingehên saxlem, pirreng û demokratîk û di dawî de prensîba hevbeşiya niştimanî ya dadmend di desthilatî û serwetê de, pê re jî misogerkirina mêkanîzmên cîbicîkirina van prensîban bi riya desttêwerdana NY, endamên Konseya Ewlekariyê û dadgehên tawanan ên navdewletî.
Serokê herêma Kurdistanê û PDK-ê Mesûd Barzanî di rûniştina vekirina kongreya 13-ê a PDK-ê de tekezî li ser mafê çarenûsê bo gelê kurd kir wek tevahiya gelên cîhanê tevî liberçavgirtina sîstema federe ko gelê Kurdistana Iraqê pê razî bûye ji sala 1992an ve û di destûrê Iraqê de piştî rizgariya ji zordariyê di sala 2003an de hat çespandin, wek rengekî bikaranîna mafê han.
Bi vî hawî Barzanî tiştekî nû ne gotiye, wek ko navendên şoven li Iraq û derveyî wê xwestin meseleyê sawêr bikin wek ko bangewaziya ragehandina dewleta Kurdistanê ya serbixwe – tevî rewabûna vî tiştî – û binpêkirina destûr û peymanan be. Wek ko hat xuyakirin grubên ser bi Lîsteya Iraqiye li pişt vê gurkirina destçêkirî ne ji ber hinek sebebên siyasî û bikaranîna navxweyî wek gaveke pêşîn û xweşkirina rê li ber têkdana hewldanên ko tên kirin bi mebesta pêkanîna aştiya niştimanî li gor insyatîfa rêzdar Barzanî.
Eger ko bi rastî dilê van hêz û gruban li ser Iraqê û yekîtiya xaka wê bişewitiya û ciddî û rastgo bûna di xwendina xwe ya çewt de bo gotina rêzdar serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Alawî û serkirdeyên wê wek Nucêfî û Mutleq yên ko di nav beşdaran de bûn, bersiva Barzanî bidana yan jî ji kongreyê vekişiyana.