Destên axê
December 6, 2010
Gotar û Nerîn
Di axîna axê de ji dayik bûm û di axînkêşana wargehên dûr de, hem bi tenê mam û hem jî bi qîzaniya hêviyê dorpêç bûm. Axê ax bi ax xwîna xwe dinivîsand û çavên min jî di nav axê de rondikên xwe yên mircanan nasdikirin.
Min ji axê berbejna axînê dixwest û min ji bageran jî çiyayên bavê xwe. Bavê min nasnameya qedexe ya axê bû, serê min jî ji cengekê ber bi ya din ve, ji axekê ber bi ya din ve, digindirî. Min dixwest xewna xwe ji bîr bikim û bîra xwe jî bi destê gulên tawanbar bikujim.
Min li ser çermê axê, kuştiyên xwe, evînbazên xwe, serxweşên nasnameya xwe, zersosinên jinên xwe yên di çeşnê fîxanê de, ferhengên êşên xwe yên bi qasî xwedê, ba û bager, bahoz û baran, babelîsk û bobelatên xwe yên bi qasî bêrîkirinê, min dîsa li ser çermê axê, bi hezaran stiranên xwe yên sêdarkirî, bi hezaran çiyayên xwe yên ji zarotiyê, kolandin û dîsa li ser çermê axa te, min xwe ji destê mirinê avête destê helbesteke serjêkirî!
Li dora me daristanên hêviyê direqisîn û di kezeba me de jî cebilxaneyên keserê ji axê ber bi axînan ve diherikîn, min çavên xwe dikutkutandin û min ji axa axîna te hez dikir, de ji axê re bibêje bila axîna min vexwe, bila hawara min bipesinîne û bila dest ji nimêja hatina min a kelevajî berde!
Biskên axê, gulwazên axê, bîranînên axê, rexên axê, hespên axê, kavilên axê, firişteyên axê, xwedawendên bêhiş ên axê, gustîlkên axê, maçên axê û taristana axê jî di zimanê min de daçikîne û ber bi xetîreyên lêvên dîrokê ve sernişîv bibe û di Zagrosan de, bi tenê, lorînekê li pey xwe bihêle.
Ji axîna şîn re bibêje de şîn bimîne û ji min re jî behsa dadgehên tolhildanê, helbestên derwînan, dayikên bêrîkirinê, piyalên xwînê, pencereyên bêhûdeyiyê, peykerên payîzê, kulîlkên bêzariyê û behsa balindeyên berfa Amûdê bike!
Ji min re behsa neynikên dûr û rûyên dûr û biskên dûr û welatên dûr û ewrên dûr û memikên dûr û velerzînên dûr û kevanên dûr û genimên dûr û reşekonên dûr û ji min re behsa kavilên dûr bike!
Ji birîna şîn re, ji koçberiya şîn re, ji şeva şîn re, ji hesreta şîn re, ji sosreta şîn re, ji gakûviyên şîn re, ji gaberdên şîn re, ji çêregehên şîn re, ji şehîdên şîn re û ji axa şîn re jî behsa axînkêşana kevirên dîrokê û behsa tenhatiya hespên kihêl yên firyadê bike!
Li axa zimanê min binêre, li çemê sînga min binêre, li gulwazên darbesta min binêre, li rewanbêjiya sirûdên min û li tofana stêrkên bêrîkirina min binêre û ji min re behsa destekî ku ji neviyên êşê be bike!
Destekî ji nijada rondikan!
Destekî ji demsalan kesktir,
Destekî ji berfê spîtir
Destekî ji mehrebaniya axê wêdetir!
London:
2010. 12. 02
[email protected]