Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin
November 24, 2010
Gotar û Nerîn
Tevî ko bêguman pêdiviya Iraqê di vê dema hanê de bi vebûna erebî, herêmî û navdewletî hebû bo jinûve avakirina dewleta federe ya demokratîk û ji jinavbirina akamên dîktatoriyê û dabînkirina ewlekarî û aramiyê.
Guman tê de nîne ko piraniya iraqiyan û bi taybetî gelê kurd kêfxweş dibin bi rola Erebistana Siudî û pêgeha wê li navçê û pêdagiriya wê li ser çareserkirina pirsgirêkên deverê bi rêyên aştiyane. Lê di heman demê de, ev piraniya hanê bi guman berê xwe didin hin helwêstên Siudiyê derbarê Iraqa nû û têkiliyên wê yên dostane digel hinek alî û grubên netewî û sunî yên ko terorê bikar tînin û piştîvaniya wê dikin.
Lewra ev hemû nabin astengî ko rastgo bin digel xwediyê bangewaziyê şahê Siudî ko hinek guman di mejiyê jimareke zêde ya elîtên kurd de mane ko hevdem bûn digel dema bangewaziyê yan piştî wê bûn, ko heye pêdiviya wan bo şirovekirin û zelalkirinê, bi ser de jî bi gavên pratîk hebe heta aliyê Kurdistanî bersiva bangewaziyê bide, ne ko wek dilxweşkirinê lê ji bawerî û qenahetpêkirinê:
Bangewazî yekser piştî pêşkêşkirina insyatîfa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hat, ko bû cihê razîbûna tevahiya fraksyonan û van fraksyonên han bersiva bangewaziya Barzanî dan û li Hewlêrê civiyan. Tevî hewldana Wezîrê derve yê Erebistana Siudiyê, Siûd Feysel ko di civîna xwe ya çapemeniyê de bi awayekî erênî amajê bide insyatîfa Barzanî, lê rastiya tehl ewe ko bangewaziya wî dixwest li dora insyatîfa Barzanî bizivre û wê biçûk bixîne da bibe civîneke medya ya bê naverok. Lê agahdarî û pêdagiriya Barzanî û hin serkirdeyên Iraqî û hewldanên wan ên bêhempa bo çareserkirina rewşê da biryara dawî Iraqî be û li Bexdayê bê standin, rê li ber xwesteka mîrê Siudî girt.
Bangewazî bi awayekî ne rasterast ket berjewendiya kesên ko dijî civîna Hewlêrê wek paytexta herêmeke federe ya ne erebî, derketin de. Li gor van kes û aliyan Bexda wek paytexteke erebî, guncavtir bû. Di nav kesên nerazî de, grub û fraksyon û kesatiyên ser bi Lîsta Iraqiye ya ko Eyad Alawî serokayetiya wê dike, hebûn.
Li beşêeErebî yê Iraqê û nemaze li derdora Lîsta Iraqiye gelek kes hene ne razî ne kurdek bibe serokkomarê Iraqê û vê yekê wek kêmaniyekê ji Erebîtiya Iraqê re dibînin. Hinek kes dibînin ko çareseriya herî baş a şerê Malikî û Alawî li ser serokayetiya hikûmetê, ewe ko Elawî bibe serokkomar û kurd bên dûrxistin, ko ev raman bi dilê gelek dewletên derdorê ye jî. Diyar e ev post erkekî netewî ye û ne parlamenî ye ji ber ko kurdên Iraqê neteweya dûwem piştî Ereban pêk tînin û herêmeke federe birêve dibin. Bangewaziya Erebistana Siudî ya erebî wek piştgirtin û bihêzkirina xwestekên dûrxistina kurdan ji serokkomariyê û razîkirina kevnebeisî Eyad Elawî bû li ser hisabê mafên gelê kurd wek ko qirîza Iraqê bi tevahî li ser postê serokkomar maye daleqandî û bûye qirîzeke kurdî û hemû fişar û guşar hetanî ji aliyê USA ve li ser gelê kurd hatin kirin ko qaşo hevbendiya kurd û şî`eyan – ko di qonaxa karê opozisyonê de bi xwînê hat morkirin- berjewendiyên Îranê diparêze!
Insyatîfa Erebistana Siudiyê wek helwêsteke erebî hat û hemaheng bû digel nakokiyên erebî yên şoven û tundrew li Iraqê yan ev hêzên hanê dixwazin berê bangewaziyê bidin vî alî û wê bikar bînin li gor têgihiştina wan ji Erebîtiyê re ko cihê nakokiyê ye ji dema danîna destûrê Iraqê di navbera kesên ko pêdagiriyê dikin Iraq erebî ye û parçeyek ji welat û neteweya Erebî ye ko înkara hebûna yên din bi xwe ye, û di navbera kesên ko dibêjin Iraq ji gelek pêkhate, gel û neteweyan pêk tê wek kurd, turkmen, keldan û aşûriyan û erebên Iraqê tenê parçeyek ji neteweya erebî ne û kurdên Iraqê beşek ji neteweya kurd in, ko rastî bi xwe ye.
Bi kurtî, rewşa Iraqê taybet e û divê ev taybetî li berçavan bê girtin. Lê pêdagiriya tund a berdewam piştî ragehandina insyatîfê hat, ji aliyê navgînên medya yên nêzîkî polîtîka Erebistana Siudî, li ser wê yekê ko armanca bangewaziyê parastina erebîtiya Iraqê ye.
Heye ko mebesta Siudiyê ya dûr ji vê yekê ew be ko bandora Îranê li Iraqê kêm bike. Lê tiştek tune tekez bike ko Îranî prosesa farsîkirina Iraqê dimeşînin, tevî ko dixwazin bandora xwe ya siyasî bi rêya kanalên mezhebî li Iraqê berfireh bikin. Di vî warî de, nabe her çar gotarên ko di rojnameya Şarqulewsat û El- Hayat de hatin weşandin, ji aliyê hinek nivîskar û rojnamevanên navdar wek Mamûn Findî, Rizwan Seyd, Bîlal El- Hesen û Dawûd El –Şeryan liberçav bên girtin wek ko propaganda Erebîtiya Iraqê dikin bê ko li ser rastiya Iraqa federe û pirnetew ko di destûr û yasayan de hatiye çespandin, bê sekinandin.
Bi vî awayî em dibînin ko gumanên gelê kurd di cihê xwe de ne û insyatîfeke Siudî ya dostane bi hevkariya Komkara Erebî dikare dawî li van gumanan bîne. Karekî wiha wê bibe guhdaneke balkêş bi 40 milyon kurdên deverê yan 10 melyon Kurdên ko digel erebên Iraq û Sûriyê de dijîn, ev jî dikare bê kirin bi riya vexwendina nûnerên gelê kurd bo Mekê yan Riyazê yan jî bajarê Tayifê û danîn û ragehandina peymaneke nû di navbera kurd û ereban derbarê aştî û bi hevre jiyanê de. Herwiha peydekirina cihekî bo kurdan di Komkara Erebî de wek çavdêr.
Ger ev yek pêk were, êdî tu guman, tirs û tometbarkirin namînin, û wê bê zanîn ko şahê Siudiyê li diyaloga di navbera ol û şaristaniyan de li dawiya dinyayê nagere, lê belê guh dide yên nêzîk ko rojekê ji rojan pîrozbahiyên Îslam û mesîhiyetê parastin û dagîrkerên biyanî paşde vegerandin, û di heman demê de wê pîroziya berê ya dîroka ereb û kurdan a hevbeş ko şovenîstan herdem xwestine têk bidin, vegerîne.
Ereb wek gel, şaristanî, dîrok û erdnîgarî herî nêzîkî gelê kurd in, lewra tu rê di navbera herdû gelan de nîne ji bilî bihev re jiyanê û hevbeşiya rastî li ser bingeha wekheviya maf û erkan. Wek dibêjin, gok niha li aliyê Erebane û em hêvîdar in ko aqilmendên Ereban ji dersên Başûrê Sûdanê îbret girtibin û derfetên hevtêgihiştinê digel pêkhateyên ne Ereb de jidest nedin, û berî desttêwerdan û insyatîfên navdewletî, daxwazên wan ên rewa cîbicîh bikin.