• Thursday, 21 November 2024
logo

Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê

Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê
Ji niha ve, cîhan çaverê dike wê encamên referenduma giştî ko biryar e li herêma Başûrê Sûdanê piştî nêzîka du mehan bê kirin çawa bin, ko bi riya vê referendumê wê gelê vê herêmê bi vîna xwe ya azad çarenûsa xwe destnîşan bike û serxwebûna xwe û dewleta xwe ya serbixwe rabigihîne yan wek berê di çarçoveya dewleta Sûdanê de bimîne.

Bêguman tê çaverêkirin, gelê Başûrê Sûdanê dewleta xwe ya serbixwe rabigihîne, ev jî li gor helwêstên eşkere yên elîtên siyasî û rewşenbîrî yên Başûrê Sûdanê û xwesteka gelê herêmê bi giştî ya rizgarbûna ji zordariya rêjîmên Sûdanê yên dêspotîk û nebûna derfetên yekîtiyê.

Herwiha ji ber helwêsta navdewletî ko pêşwaziya serxwebûna başûr û destnîşankirina sînor dike û dixwaze pirsên Darfor, navçeya Abbey, başûrê Kurdvan û Nîla Şîn bên çareserkirin. Civaka navdewletî berî demekê dest bi pêngavên dabînkirina pêdiviyên aborî, siyasî û ewlekarî û yên vejandin û pêşxistinê, kir. Bi taybetî bi riya civîna 40emîn derbarê Başûrê Sûdanê di dema lidarxistina civîna asayî ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bi amadebûna taybet û watedar a Serokê Amerîka Barrack Obama.

Peywendiya bihêz di navbera prosesa guherîna demokratîk û bicîhkirina mafê çarenûsê û ji nûve avakirina dewleta hevdem di mînaka Sûdanê de ji hev nayên cudakirin. Ev peywendiya hanê dibe bingehê çareserkirina qirîza giştî di têkiliyên neteweyî de di civakeke pirnetew, pirreng û pirbawerî de. Herwiha di mijarên aborî, civakî, bingehînî, îdarî û çandî de yên tevahiya gelê Sûdanê li bakur û başûr û navendê bi hemû pêkhateyên wan ên netewî, etnîkî û olî.

Eger ev yek pêk nehat jî, li ber başûr û herêmên din derfeta avakirina pêkhateyên xwe yên demokratîk û nû yên çaverêkirî heye, ko şûnşopên azara wan a dûrûdirêj a pêkutî, zordarî û binpêkirinê wê bibe motika zayîna tiştê nûtir û baştir.

Lê eger hêzên niştîmanî û opozîsyonê yên Sûdanê berî çend mehan helwêsta xwe yekalî kirine bi riya Ragehandina Coba bo Diyalogê derbarê cîbicîkirina peymana aştiyê û rêzgirtina mafê çarenûsê yê gelê başûr û Darfor û navçên din bi riya referenduma azad û herwiha derbarê veguherîna demokratîk û aştiya niştimanî de, lê elîtên çandî û siyasî li başûr û bi taybetî serkirdayetiya Tevgera Milî pêdagir in û hê xebatê dikin bo "Sûdaneke nû, ji ber a kevin li ser nakokî û şeran hatiye avakirin û paşeroja Sûdanê li ser riya yekîtiyê di wê yekê de ye ko Sûdan bibe dewleteke wiha ko têra hemû xelkê xwe bike li ser bingehê azadî û wekheviyê. Eger ev pêk neyê ji ber faktorên navxweyî û nebûna bingehên yekîtiyê, wê Sûdan hilweşe."

Bi gotina nivîskar Cîhad El-Zên, pêşhatên Sûdanê yên dahatû bi giştî û bi taybetî yên başûrê wê mîna erdhejekê ne. Lê ne bi wateya peyvê ya negatîv, tenê erdhejek in li ser têgeh û rêveçûnên kevin ên nêgatîv derbarê mafê çarenûsê. Ev pêşveçûnên hanê ko li gel pêşveçûnên Kosovo û helwêsta Dadgeha Edaletê ya Navdewletî li Lahay ji pêngava wê ya berbi serxwebûnê, bûyereke dîrokî ya neçaverêkirî di destpêka sedsala nû de pêk tînin di warê rêzgirtina mafê çarenûsê û cîbicîkirina wê di pratîkê de ko vîna civaka navdewletî û naveroka Peymana NY cîbicîh dikin. Diyar e civaka navdewletî û NY guh didin cîbicîkirina maf, û dad û wekheviyê, û cudabûnê bi garantiyên navdewletî, eger sedem û merc û şertên bihevre jiyanê di navbera gel û netew û nijadan de peyde nebin, rewa dibîne.

Gelek xalên hevbeş di navbera pirsên gelên xebatkar û tevgerên wan ên rizgarîxwaz û netewî û nemaze derbarê mafê çarenûsê û rewatî û dadmendiya têkoşîna dijî dagîrkerî û pêkutiyê de hene. Herwiha, wekheviyek di navbera tecrubeyên rizgarîxweziya niştîmanî li tevahiya parzemîn û navçeyan heye.

Eger em berê xwe bidin bandora dîmenê Sûdanê bi giştî û bûyera başûrê wê bi taybetî li ser rewşa gelê Kurd ko pêkhateya çaran li navçê pêk tîne û hê mafê çarenûsa xwe bidest nexistiye wek hevpişkên xwe yên Ereb, Tirk û Faris ko dewletên xwe yên neteweyî ava kirine, em ê bibînin ko armancên giştî yên Kurdan bicîhkirina aştî û guherîna demokratîk û bihev re jiyana aştiyane û hevpişkiya dadmend di desthilat û samanê de û ji nûve avakirina dewleta hevdem û hilbijartina rengekî ji rengên mafê çarenûsê wek xwerêveberî, navçeyên netewî, otonomî, federasiyon, konfederalîzim û serxwebûn.

Ev jî bi riya liberçavgirtina encamên referendumên azad û paqij di destnîşankirina bijarteyên ko dikarin li jêr çavdêriya navdewletî û bi dabînbûna faktorên hevgihan û lihevhatinê di navbera aliyên nakokbar de bên kirin, cîbicîh dibe.

Li gor vê dîtinê, tecrubeya Başûrê Sûdanê wê bandorê li tevahiya pirsên gel û netewe û tevgerên wan ên siyasî yên ko dixebitin da xwe ji zordestiyê rizgar bikin û mafên xwe bidestve bînin, bike. Di serî de jî, wê bandorê li ser doza Kurd bike nemaze di warê îmkana çareserkirina pirsa netewî ya Kurdan bi rêyên aştiyane û di çarçova rewatiya navdewletî û garantiyên civaka navdewletî û herwiha bi riya rêveçûna giştî ya hevbeş li gel gelên din bo bicîhkirina guherîna demokratîk û reforma destûrî û vejandin û avakirina dewleta hevdem.

Parçebûna dagirkarî ya paşmaya Dewleta Osmanî û derencamên Peymana Sykes-Picot bandoreke nêgatîv li Kurdan û tevgera wan a netewî kir, ko destpê kir bi awayekî babetane – tevî parastina taybetmendiya xwe- tevlî dîmenê siyasî yê giştî li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê bû ko Kurd li wan hatine dabeşkirin, lewra ev yek di warê pratîk de bû sedemê derketina bernamên taybet bi her parçekî ko di wan de dîtin, forum û planên di çarçova giştî ya mafê çarenûsê de hebûn ên taybet bi sînorên niştimanî yên van dewletan, ev jî li gor têgeheke real ko sînorên ko gelê Kurd dabeş û belav dikin li ser gelek civakên cuda di warê pêşveçûna civakî, pêşketina aborî, sîstemên siyasî û astê çandî de, liberçav digre.

`Erdheja` Başûrê Sûdanê ko dê azadiyê li gelê wê vegerîne û wê ji nûve pênase bike û ava bike, wek serkeftina hêzên guherînxwaz li navçê tê dîtin, û dive hêz, bizav û tevgerên ko bo berjewendiyên gelan kar dikin, jê netirsin. Herwiha, divê sîstemên despotîk ên ko welatên ko Kurd li wan hatine dabeş kirin birêve dibin, dehif nede ko planên dûalî yan sêalî girê nedin bi hinceta xweparastina ji bandorên bûyera Başûrê Sûdanê û hawara xwe negihînin –wek her car- ber riyên leşkerî û peymanên ewlekariyê dijî Kurdan û tevgerên wan ên netewî, ko ev zêdeyî 70 salî ye bikar tînin û gelek zererên mirovî û darayî didin bê ko armanca xwe bicîh bînin ko tunekirina gelê Kurd û şikênandina vîna wî û helandina wî di çarçova netewên serdest de ye.

Riya herî baş a çareserkirina vê arîşeyê, diyalog û hevtêgihiştin e li jêr sîbera guherîna demokratîk û lihevhatinê di navbera pêkhateyan de û dîtina forumên destûrî yên ko mafên Kurdan ê çarenûsê li gor vîna wan a azad û bi riya lidarxistina referendumên paqij de garantî dike.

Berî zêdeyî 20 salan serokkomarê Tirkiyê yê koçkirî Turgut Ozal bîra metirsiya tiştên ko dijî Kurdan tên kirin bir, loma projê xwe yê federasiyoneke Tirkî-Kurdî-Iraqî ragehand.

Li gor min, ger Ozal li jiyanê bimaya, wê projê xwe yê federasiyonê berfirehtir bikira da dewletên cîran jî li xwe bigirta nemaze netewên serekî yên navçeya `Kevana Kirîzan" li gor gotina şêwirmendê berê yê ewlekariya netewî yê Amerîkî Brejnesky, angu Ereb, Tirk, Fars û Kurd li vê navçeya ko dikare bê guherandin bo `Kevana xêr û bêran`.
Top