• Friday, 22 November 2024
logo

Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de

Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de
Aliyê hizrî yê rêbaza Barzaniyê Nemir mijareke ewqas giran e ko gelek ked, kar û xebat jê re divê heta mirov bigihîje bingeh û kûrahiya wê. Di destpêkê de, pêwîst dibînim têgeha "hizr"ê bidim nas kirin, da em ji pirsgirêka têkilbûna hizr û îdeolojî derbas bibin.
Fikr ji tevahiya prosesên ko mêjiyê mirov bi wan radibe pêk tê, yanî kesê ko difikre, hewl dide pirsa xwe yan doza gelê xwe bi rengê ko dikare û rast dibîne û li gor zanebûn, helwêst û ra û nerînên xwe, bide pêşandan. Fikr danûsitandinê li gel agahî û dîrokê dike û zaniyariyên ko mirov bidest dixe bandorê li ser fikr û rêveçûna mirov dike.
Dema qonax an xeleka yekê bidawî dibe û agahî tên komkirin nemaze derbarê dîrokê de, fikr mijûl dibe çawa pirsgirêkên li holê çareser bike. Fikr û îdeolojî du têgehên cuda ne. Îdeolojî li gor rewşenbîrên rojava û Marksîstên nû jî, redkirî ye û nayê qebûlkirin, tevî ko hizr jî cihê xwe di nav de dibîne, lê di heyama me de îdeolojî wek tiştekî totalîter ko mafê yên dî napejirîne, bi tevahî ne cihê rêz û qebûlkirinê ye wek îdeolojiyên faşîstî, nazî û beesî.
Îdeolojî ji jimareke zêde ya efsaneyên ko nayên bawerkirin pêk tê û cihê wan di fikr û rêbaza Barzaniyê Nemir de nebû. Lê fikr tiştekî dîrokî ye û encamên wê di cîh de xuya nakin û carina ev proses sedan sal didome. Fikra Barzaniyê Nemir bi dîroka Kurdan ve girêdayî bû. Hizra neteweyî ya ko Barzanî jê vexwar ji dasitana Kawa ya Hesinkar destpê dike û heya roja îro dirêj dike. Doza kurdan a netewî bi dasitana Kawa û cejina netewî ya kurdan `Newroz` ko bûye mêkanîzmek bo gurkirina vê dozê ve girêdayî ye berevajî jimareke zêde ya gelên navçê yên ko Newrozê bi helkefta hatina demsala buharê û vejîna xwezayê pîroz dikin. Fikra netewî ya kurdî ko Barzanî hildigrt bi hizr û têgehên Zeradeşt ko mîna pêxemberekî kurdan tê naskirin, ve girêdayî bû. Fikra netewî ya kurdî û rêbaza Barzaniyê Nemir di rêyeke baş û rêkûpêk re derbas dibe û ne faşîst e, ji ber ko ketiye jêr bandora van têgehan.
Dastana Kawa jî bandor li aliyê şoreşvanî yê hizra netewî ya kurdî kiriye, bawerî û têgehên Zeradeştî jî bandor li aliyên aştiyane yê vî fikrî kiriye û ew dûrî tundûtûjiyê kiriye. Berevajî gelên dî li navçê ko tevger û bizavên tundrew di nav wan de derketin wek Ataturk û beesiyan, bizavên bi vî rengî di nav kurdan de derneketin. Barzanî di kesayetiya xwe de taybetmendiyên Kawa yên şoreşvanî û hîkmet û aqilmendiya Zeradeşt dicivandin.
Her millet kesayetî û sembolên wî hene. Barzanî xwedî serpêhatiyeke cuda bû bi fikr û jiyana xwe ya pratîk. Dema Barzanî çû Yekîtiya Sovyêt a berê bi wê meşa dîrokî ya navdar û zêdeyî deh salan li wir ma, tecrubeya sosyalîst ji nêzîk ve dît. Wê demê, nîvê cîhanê sosyalîst bû û mijara çareserkirina pirsa netewî li gor prensîbên sosyalîst li holê bû. Derfeta hin serok û serkirdên dî weke Cemal Ebdilnasir û Yaser Erefat nebû ko tecrubeya sosyalîst weke Barzanî ji nêzîk ve bibînin. Vê tecrubeya han fikr û ezmûna Barzanî yê ko bi çavê xwe dît çawa Sosyalîzim nikare di pratîkê de pirsa netewî bi awayekî adilane çareser bike, bihêztir kir. Ev yek di fikra Barzaniyê Nemir de amajeyeke bibandor bû.
Bê guman, hizra Barzanî ne bi teoriyan lê bi rastiyên civakê û dîroka gel û binemala xwe ve girêdayî bû. Du nifşên berî wî ji dema Şêx Ebdilselam ve bi Kurdayetiyê mijûl bûn. Barzanî mîrateke netewî ya dewlemend ji wan wergirt. Di heyama reformên Dewleta Osmanî de, Şêx Ebdilselam Barzanî nameyek ji siltanê Osmanî re şand û jimareke daxwazên netewî yên gelê kurd tê de bicîh kirin. Tevgerên Barzan dijî zilm û zordariyê bûn û bo bidestve anîna daxwazên Kurdan li gor mercên wê qonaxê bûn ko pirsa netewî nû serê xwe hildida nemaze ligel hatina slogan û prensîbên şoreşa Frensî yên azadî, wekhevî û dadmendiyê.
Mele Mistefa serkirdekî rojhilatî û Kurdistanî bû, civaka xwe liberçav digrt û zêde kêfa wî ji karê hizbî yê berteng re nedihat, û li gel birêxistinkirina rêzên gel bû. Îslama Siyasî red dikir, bawermend bû û baweriya wî bi ola wî dihat, lê ol ji siyasetê cida dikir û rêz li tevahiya olan digrt. Cara pêşî dema derfeta min çê bû wî bibînim, kesên ko wî diparastin Asûrî, Keldan û Êzdî bûn. Piştî îmzekirina peymana 11ê Adarê, Barzanî Yekîtiya Zanayên Misilman damezrand lê şîret li wan dikir dûrî siyasetê bikevin û guh bidin karên civakî û xêrxwazî û xelkê lihev bînin.
Barzanî yekem serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û rojekê ramanên Marksî yan lîberalî di kiryar û rêveçûnên wî de xuya nekirin, lê herdem rengekî netewî yê Kurdistanî yê vekirî lixwe digrt û guhdaneke mezin dida civata Kurd. Piştî sala 1970 û îmzekirina peymana Adarê ya dîrokî, hatim pîrozbahiya wî bikim. Êvarê em li dîwana wî li bajarokê Hacî Umeran civiyabûn û nêzîka 40-50 kesan amade bûn. Mirovek rabû û gilî kir ko keriyên terş û sewalên wan ji ber tevgera otombîlan li nik baregeha Barzanî dicefilin. Bawer bikin Barzanî nêzîka seetekê li ser vê meselê axifî û got, `Divê rêz li hest û xwestekên xelkê bê girtin` û berê xwe da Franso Herîrî ko di demeke herî kurt de vê mişkileyê çareser bike.
Nakokiyên ko di nav refên PDKê de, di nîveka salên 60ê di sedsala borî de derketin holê ne şexsî bûn, lê fikrî bûn û peywendiya wan bi nerîn, bawerî, rêveçûn, helwêstên siyasî û awayê reftara ligel milet û çareserkirina pirsa kurd li Kurdistana Iraqê, hebû. Barzanî serokê partiyeke girîng bû, ko bû bingehek bo tevgera rizgarîxwaza kurd li tevahiya parçên Kurdistanê, lê rojekê jî desthilata xwe wek serokê partiyê bikar neanî.
Kultûra navçeya Barzan a dîrokî bandor li ser fikra Barzanî kir, bi taybetî di warê tolêrans `lêborîn` û pirbûna olî de. Dema Rojhilatnasê emerîkî yê Dêra Angelikî Wigram sala 1800-1801 serdana navçeya Barzan kir sê ol li wir dîtin: Mesîhiyet, Cuhûtî û Misilmantî. Wigram qeşeyekî fille dibîne û pirsa şêxê Misilmanan li Barzan jê dike. Qeşe jê re dibêje, ger mebesta te Şêx Evdilselam e, ew şêxê me hemuyane li vê navçê. Çanda tolêrans `lêborînê` ya devera Barzan jêderê serekî yê fikra Barzanî û şoreşvaniya wî ye, ji ber ko Barzan devera şoreş û serhildanan dijî Ingilîzan û hikûmetên Iraqê yên li pey hev, bû. Peywendiyên wî yên netewî ligel Partiya Hîwa hebûn. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya bi navê `Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd` de dibêje ko têkiliyên Barzanî ligel Şêx Seîd û Rêxistina Xoybûn, ko tevgereke netewî ya berbelav bû li hersê parçeyên Osmanî yên Kurdistanê û giha devera Barzan û li Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê jî belav bû, hebûn.
Seramajeyên fikra Barzanî
- Di 19/1/1948an de bi amadebûna kurdên ji Îran, Iraq û Sûriyê li bajarê Baku konferansek hat lidarxistin. Di vî konferansî de, cara yekê Barzanî behsa pirsên siyasî, ramanî û fîlozofîk kir. Naveroka axaftina wî ko tê de stratejiya bizava azadîxwaza kurd pêşan dide û dost û dijminên gelê kurd di wê pêvajoyê de ji hev cida dike, di pirtûka birêz Mesûd Barzanî de hatiye weşandin. Stratejiya bingehînî ya fikrê Barzanî li konferansa Baku destpê kir û piraniya dîrokzanan tekez dikin ko ev cara yekê bû ko Barzaniyê Nemir berê xwe dide warê hizrî û behsa navçeya Rojhilata Navîn û şer û nakokiyên navçê dike. Bi dîtina min, ev hewldanek bû bo dîtina pêgehekê ji kurdan re li navçê û Barzanî dixwest Sovyêtan bide famkirin ko nêzîka 20 milyon kurdan – hingê – li Rojhilata Navîn hene û dikarin roleke girîng bilîzin. Vê gotara Barzanî cihê xwe di arşîfên Yekîtiya Sovyêtê ya Berê de girt û lêkolîn liser hat kirin.
- Cara dûyem ko fikra Barzanî tê de hat xwiyakirin kongra `Kanî Simaq` di 15/4/1967an de bû. Bi tesaduf li wir bûm û cara yekê bû min serdana Barzanî û navçeyên rizgarkirî dikir, û li kongra siyasî-leşkerî ya serkirdên hêzên pêşmerge û endamên komîteya navendî û polîtburoyê û bi amadebûna Îdrîs Barzanî, hazir bûm. Barzanî berê xwe da serkirdên hêzên pêşmerge û kadro û xebatkarên partiyê û ji wan re got, `Hun canfida û nûnerên gel in. Hêvî dikim hun li feqîr û hejaran xwedî derkevin û rexneyan qebûl bikin, kesê ko ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û şexsî kar bike cihê wî di nav refên me de nîne û pêdiviya Kurdayetiyê pê tune.`
Barzanî di kongra Kanî Simaq-ê de, kurd pênase kirin û daxwazên wan rohn kirin û li ser girîngiya karê kollektîfî tekez kir û bi tundî êrîş birin ser `milyonêrên` Kurd ên ko arîkariya gelê xwe nedikirin û got, `Ez ne serokê tu kesî me, lê xizmetkarê milletê xwe me.` Herwiha behsa naveroka pêşverûtiyê kir bê ko hawara xwe bigihîne sloganên birîqedar û got ko mirovê pêşverû ewe yê ko te`dê li gelê xwe neke û wî talan neke û namûs û rûmeta wî biparêze. Barzanî bi berdewamî bi awayekî tund rexne li hizbîtiya teng girt û got, `Di tevahiya jiyana xwe de, min îxanet li ti kesî nekiriye û qebûl nakim jî ti kes îxanetê li min bike. Rêxistinkirina refên me bingeha serkeftina me ye û em şerê man û nemanê dikin. Divê rêz li şivan, gundî û jinan bê girtin. Sala 1945, 48 û 60î min got û niha dûbare dibêjim, ti şer û nakokî di navbera me û gelê Ereb de nîne. Kurd û ereb dost û bira ne, lê şerê me ligel rêjîm û hikûmeta ye, em daxwaza avakirina hikûmeteke demokratîk dikin û em êrîşî ti kesî nakin, lê xwe diparêzin. Hizb ne armanc, lê alav e.` Barzanî xwedî raman û rêveçûneke diyar bû, şoreşa Îlonê, otonomî û federasyon şahidên zindî yên fikira wî ne. Berevajî jimareke zêde ya serkirde û serokên dî, aliyê pratîkî li cem Barzanî ji aliyê teorîk, xuyatir bû.
-Tiştê dî ko fikr û ramana Barzaniyê Nemir dide xuyakirin diyalogeke di navbera wî û metranekî ortodoks de ko Dezgeha Kawa bo Çanda Kurdî ev diyalog çap kir û di pirtûkekê de belav kir. André Feleçski metranê Bulgaristanê bû, di heyama komunîstan de reviya Emerîka û çû New Yorkê û li wir metraniyek jê re vekirin. Emerîka wî teklîf kir ligel serok û lîderên Rojhilata Navîn bicive bo komkirina agahiyan û ligel jimareke zêde ya kesayetî û serokan wek Yaser Erefat, Barzanî, Xumeynî, Dalaylama û Enwer Sadat civiya û piştre ji aliyê Bulgaristanê ve hat girtin û zindankirin û di girtîgehê de ev belgeya xwe nivîsand û me bidest xist û weşand. Diyaloga wî ligel Barzanî ser pirsên ruhî û fîlozofî, ol, Îslama Siyasî, petrol, karîgeriya Emerîka û Îsrail, teror û Kurdistana mezin e.
Piştî mirina Stalîn, Barzanî bo Moskovayê hat vexwendin ko berî wê li welatên Qevqazê bû. Li Moskovayê, Barzaniyê Nemir gelek caran diçû medreseya hizbî. Barzanî carekê diçe medreseya hizbî û semînareke Xalid Begdaş amade dibe. Begdaş bi eslê xwe Kurd bû û heya mir, sekreterê Partiya Komunîst a Sûriyê bû. Piştî bidawîhatina semînerê, herdû civiyan û Barzanî ji Begdaş re got, `Te di semînera xwe de got ko tu berê komunistî û piştre kurdî yan erebî, gelo ev rast e? Bi baweriya min, tu berî hertiştî kurdî û dûre Komunistî.` Êdî gengeşeyeke tund di navbera herduyan de derket û Barzanî nema çû medreseya hizbî. Lê `Nikita Khrushchev` pir rêz li Barzanî digrt û helwêsta wî rasttir didît, loma herdû lihev anîn.
Komunîstên kurd li Iraq, Sûriyê, Tirkiyê û Partiya Tude ya Îranê dema dibûn Komunist Kurdîtiya xwe jibîr dikirin û dibûn `internasiyonal`. Hê ev arîşe di navbera tevgera Kurd û partî û bizavên komunist de heye. Dema Barzanî li Moskovayê bû, carekê helbestvanê kurd Qedrî Can wek endamekî Partiya Komunista Sûriyê tê Kongra Ciwanên Cîhanê li wir amade dibe û bi rêya Qenatê Kurdo ligel Barzanî dicive. Barzanî jê xwest helbesteke xwe bixwîne, wî jî helbesteke xwe ko bi hevoka `Mosko Ka`beya me ye` bidawî dibe bo Barzanî xwend. Barzanî dilgiran bû û jê re got, `Çima ne Amed an Mehabad an Silêmanî yan Qamişlo ka`beya te ye? `. Dilê wan ji hev ma û piştre dema hê li Sûriyê bûm, min Qedrî Can dît û piştî sala 1958an wî got ew dixwaze wijdana xwe rehet bike û lêborînê ji Barzanî bixwaze û helbesta xwe `BarzanîBarzanî` nivîsand û hat Bexdayê û diyarî wî kir.
Wek min berê jî got, nakokiyên Barzanî ligel ên dî ne kesayetî bûn lê fikrî bûn, û dema Ismet Şerîf Wanlî nûnerê şoreşa kurdî li Ewropa bû Barzanî ew ji nûnertiyê dûr kir ji ber têkiliyên wî ligel hinek navendên ko ne dostên kurdan bûn hebûn û ev pirseke siyasî ye bi xet û rêbazê ve girêdayî ye.
Di dawîyê de dixwazim bêjim, bilîmetên hemû gelan hene di warê fikr an teoriyê de û di warê pratîkê de jî. Mêrxasên fikr hene û yên kar hene. Barzaniyê Nemir ev herdû alî di kesayetiya xwe de civandibûn û bi vî rengî bû sembolek ji sembolên gelê kurd.
Têbînî: Ev tekst di semînereka ko 16/8 2010-ê de li ser daxwaza Liqa yekê ya PDK-ê, bi minasebeta 64saliya damezrandina PDKê li baregeha liqê li bajarê Dihokê çêbû hat pêşkêş kirin.
Top