Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan
August 14, 2010
Gotar û Nerîn
Wî hê nû têza xwe ya zanîngehê di peymangeheke emerîkî de daniye da zimandirêjiyê bike ser serokê kurd ê nemir Mistefa Barzanî û çîrokên destçêkirî derbarê dîroka wî ya pîroz de bihûne û gumanan derheqê peywendiyên wî yên navdewletî de dirust dike û têkiliyên wî yên netewî biherifîne nemaze nehiştina baweriyê bi hevkariya wî ya birayane û bihawarçûna wî ligel hevalên xwe yên birûmet pêşmergên barzanî bo Komara Mehabad û serokê wê yê şehîd Qazî Mihemed, ev hevkariya ko têkiliyên netewî bo cara yekem di dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî ya Kurdistanê de bi awayê herî xweşik û ciwan dan xuyakirin û bûn mînakek di warê hevkariya netewî de ko nifşên Kurd ên pey hev çav li wan dikin.
Gumanên me derbarê nêta xerab a rêdaksyona kovarê di belavkirina vê hevpeyvîna hanê û siyasîkirina wê de nemaze ko bê analîza zanistî, dokument û belgeyan e lê tenê xeletî û tometan belav dike, bi van xalan ve girêdayî ye:
Yekem – Gurkirina nakokî û fîtneya netewî ya dûqolî li herêmê û di navbera kurdên Iraq û Îranê de di demekê de ko desttêwerdanên herêmî di karûbarên Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî de zêde dibin û li gor encamên rapirsiyan hesteke giştî ya iraqiyan heye derheqê berpirsiyariya Îranê ya herî diyar di peydekirina astengiyan li ber proseya siyasî û hewldanên tevlîhevkirina kaxezan û bikaranîna guşarên herî zêde li ser aliyên hevkêşeya siyasî nemaze aliyê Kurdistanî bi rêya topbaran û derbaskirina sînorên herêmê û desttêwerdana di karûbarên wê yên navxweyî de. Bi baweriya me, fîtneya kovara Livîn a rojnamevanî dibe ko beşek be ji ajanda Îranê ya fermî li Iraqê.
Dûyem – Ji bangewaziya kovara Livîn a mezinkirî û gurkirina raya giştî dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tê xwiya kirin ko ew hatiye darêştin û amade kirin berî belavkirina hevpeyvîna Qanî`ferd ê nenaskirî. Bangewazî bi tena serê xwe tîrkirin û kûrkirina dijayetîkirina Barzaniyê Nemir e, dema wî weke – yek ji serkirdên Kurdistanî - wesif dike, lê ew yek ji mezin û bilîmetên kurda ye ligel hinek kesên din wek Şêx Mehmûd, Şêx Seîd û Qazî Mihemed, herwiha dijayetîkirina partiya wî dema wê wek fraksyoneke olî ko oldar wê birêve dibin pênase dike, lê ne wek partiyeke xebatkar ya sekûler û xwedî dîrok ko şoreş û raperîn bi rê ve birine û bi hezarên şehîdan pêşkêş kirine û xewna gelê Kurdistanê ya bidestxistina otonomî û federaliyetê ligel hevbendên wê yên din, pêk aniye.
Sêyem – Eger ko nêt û niyaza rêdaksyona kovara Livînê saxlem bûya û dîtina rastiyên dîroka Kurdistanê bûna û şopandina destkeft, serkeftin û têkçûnên mezin ên wê wek Barzaniyê Nemir naxwe çima hawara xwe dibin bo xwendekarekî li dawiya cîhanê û jiber çi daxwaza hevkariya berhem û pirtûkên dîplomatên hevdem ên wî û dîrokzan û rojnamevan û siyasetvan û ronakbîrên kurd û biyanî nakin ko ew dîtibûn û bi emanet li ser nivîsandibûn wek Eaglton, Dana Adam Smidt, Jonathan Randal, Wîkram, René Morris, Lazariev, Hesretiyan, Şakir Xesbak, Kemal Mezher Ehmed, Îsmail Beşîkcî û Cercîs Fethulla. Herwiha, çima sûd ji arşîva Yekîtiya Sovyêtê ya berê, dokumentên Brîtanî yên nehênî yên ko niha liberdest in, dokumentên Partiya Komunîsta Iraqê û belavokên partî û bizavên siyasî yên kurd wernegirtin? Eger nêta wan baş bûna dibû kongrên zanistî û heleqeyên lêkolînê û diyalogên rexnegir derbarê dîroka me, mezinên me û tevgera me ya netewî di hemû qonaxan de lidarxista.
Çarem – Rêzdarno endamên rêdaksyona kovara Livîn, em Kurdistaniyên netewperwer ên demokratîk yên ji derveyî herêmê ne aliyek in di hevrikiyên we yên şexsî, hewesên we yên serberdayî, pîlanên we yên parçeker û nakokiyên we yên hizbî de, û çavê me ne li wergirtina postên we ye û ne jî li serwet û samanên we ye lê – ji bextê me yê reş – em hevpişkên we ne di dîrok, çanda netewî, nasname û girêdanê de û em di çarçoveya tevgereke netewî ya hevgirtî de bûn li dirêjahiya serdema osmanî ji Stenbolê heya Silêmaniyê û di nav de parçê me yê Rojavayê Kurdistanê.
Lewra hem mafê me û erkê me ye jî, em çi kesê ko rabirdûya me têk bide yan navê mezinên me û di serî de Barzaniyê Nemir biherifîne, ko li gor Hegel ”Bilîmet ruhê şaristaniya xwe ne” yan hewl bide dîrokê hema hema û li derveyî rêbaza zanistî û li gor motîfên hizbî yên felcbûyî, navçeperest, siyasî, lokal û herêmî binivîse; şaş derxînin.
Bêguman, armanca me ne jinûverakirina mezinên me ye ji ber ew di hembêza nemiriyê de ne, lê em pêdagiriyê liser vê yekê dikin ko divê bi awayekî dadmend reftar ligel wan bê kirin û sûd ji tecrubeyên wan ên giranbuha bê wergirtin. Ev kesayetiyên bilind malê tevahiya kurdan e li ko dibin bila bibin û ne malê partiyekê, navçeyekê, malbatekê yan parçeyeke Kurdistanê ne.
Pêncem – Demokrasiya Herêma Kurdistanê wek yasa, maf û azadiyan pir baş e û dilê me pir xweş dike, cihê serbilindiya me ye, destkefteke gelê Kurdistanê ye, berhema xebata tevger û şehîdên wê ye, encama keda serkirdayetiya wê ya bêmînak e di şoreşa Îlonê û berî û piştî wê de ye.
Piraniya gelê Kurdistanê di aştî, aramî û azadiyê de dijî, lê hinek fraksyon û grub heta niha nirxê vê demokrasiya Kurdistanê ya nûciwan nizanin û hê di qirîzeke çandî de dijîn û nikarin xwe ji rabirdûya xwe ya serberdayî rizgar bikin û nikarin di navbera taybetmendiyên qonaxa rizgariya niştîmanî û bikaranîna demokratîk de lihev bikin di dema veguhastina berbi qonaxa berdewamkirina avakirina kiyanê federe yê dewletî de, loma ên din xayîn dikin û destdirêjiyê dibin ser bira û hevpişkên xwe li jêr navê demokrasî û azadiya ra û nerînê û xwe li derveyî lihevkirina netewî dihêlin derbarê xalên cihgirtî û dîrok û navdaran li jêr navnîşana azadî, serxwebûn û taybetmendiyan?
Gelo ev demokrasiya daristana îxanetê ye yan demokrasiya kaosê yan demokrasiya ”Taxa ko her yek û destê wî jê re ye” li ser awayê hunermendê komîdiyan ê Sûriyê Xewar Toşê?
Diviyabû rêdaksyona kovara Livîn an aliyê ko wê kontrol dike ji berî zêdeyî 40 salan dersa xwe wergirta û vegeriya hişê xwe piştî xeletiya wê ya dîrokî hindava serokê netewî û ji xeynî poşmaniyê tiştekî din bidest nexist û hê li her çar parçeyên Kurdistanê, rêz li Barzaniyê Nemir ji aliyê gelê wî ve tê girtin û heta niha navê zêdeyî dû milyon zarokên kurdan Barzan e.
Divê ev kes û alî tiştan tevlîhev nekin, û bizanin ko pirsa mezinên me û nemaze Barzaniyê Nemir nakeve warê danûsitandin û misawemeya ligel dijber û neyaran û divê ew di ser hemû partî û gruban de bê girtin. Şerm e Barzaniyê Nemir bibe babeta nakokiyên ne girîng. Bê guman rewa ye kurd dîroka xwe ya netewî careke din bixwînin û binirxînin û rexne bikin.
Tevgera gelê kurd, rêveçûna serok û mezinên wan di hemû pêvajoyan de dikarin bên rexnekirin, lê bi mercê ko li gor lihevkirineke bi kom, rêbazeke zanistî ya babetane û komîteyên netewî yên pispor be. Ji alîkî din ve jî ev nêzîka deh salan dibe, têbînî dikim ko bi dehan xwendekarên master û doktora li zanîngehên Bexda û Kurdistanê li ser Barzanî dinivîsin û hinak ji wan diyalogê ligel min dikin derbarê vê babetê jiber ko ez yek ji hevdemên wî bûm û cihê şanaziya min e ko min di gelek qonaxan de ew dîtiye û ev jî delîlekî din e li ser pêgeh û rola wî di dîroka kurdan û bîranîna gelê kurd û dostên wî de.