Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir
![Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/Barzaniiran352.jpg )
Di hevdîtinê de, li gel ji bo destbikarbûnê pîrozbahî kirina Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îran, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadehiya tevahî jî ji bo piştevanîkirinê û hewldanên bi navê pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan nîşan da ku bi awayekî xizmeta berjewendiya bilinda her du gelê dost û hevsû bike.
Ji aliyê xwe ve Balyoz Danayî silavên berpirsên mezinên Îranê gihand û pêwîstiya berfirehkirina alîkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan li hemû waran da nîşandan û ji bo hengav avêtina qonaxekî nû ya pêwendiyan dûpat kir û piştevaniya berdewamiya Komara Îslamiya Îran ji bo Iraqa nû Herêma Kurdistanê diyar kir.
Her wiha gengeşe kirina rewşa siyasiya Iraq û sedemên pêkanîna Hikûmeta nû û çawayiya zalbûna li ser sercem berbestên li ber pêvajoya siyasî li Iraq û yekxistina nêrînên sercem aliyên siyasiyan bi mebesta pêkanîna Hikûmetekî hevkariya nîştimanî mijareke dinê hevdîtinê bûn.