Serokê herêmê pêşwazî li harîkarê wezareta derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast kir
![Serokê herêmê pêşwazî li harîkarê wezareta derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/35.jpg )
Di hevdîtina ku Nîçirvan Barzanî jî tê de amade bû harîkarê wezîra derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast, tenahî û ewlekarîya cêgîr û prosa avakirnê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand, û got Herêma kurdistanê pêşveçûneka berçav bi xwe ve dîye.
herdu alîyan herweha bas li nûtirîn pêşhatên rewşa sîyasîya Îraqê û danûstandin û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kirin, û ji alîyê xwe ve serokê Herêma kurdistanê ronahî xiste ser rewşa nuha ya Iraqê û sedemên ku bûne egerê ne avakirina hikûmetê diyarkirin û tekez li helwêsta herêma Kurdistanê kir ku erkê nêzîk kirina boçûnên alîyên cuda cuda bi xwe ve digre:
şandê navbirî jî ji alîyê xwe ve piştî ku amaje bi gotûbêjên xwe yên li gel perpirsên Îraqa federal kir , amaje bi heza welatê xwe bo avkirina peywendîyên xort li gel herêma Kurdistanê kir, û basa bernama karî ya ku koma firakisyonên Kurdistanî pêşkêş kirî kir û bi bernameka pozetîv bo çaksazîya welat dazanîn û piştgirîya xwe bû nêrînên serokê Herêmê sebaret rewşa Îraqê derbirî.
Di beşeka dina hevdîtinê de herdu alîya pirosa vekêşana hêzên Emrîka ji Îraqê û çawanîya tijîkirina boşahîya ewlekarî bi rêkeftin li gel Îraqê gotûbêj kirin herweha tekez li peywendîyên navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka û Herêma Kurdistanê hat kirin.