• Friday, 26 April 2024
logo

Kesekî cîranên xwe gulebaran kir: 3 mirî

Kesekî cîranên xwe gulebaran kir: 3 mirî
Li bajarokê Tozan ya Îdira Bakurê Kurdistanê kesekî ku bi cîranê xwe re dijminantî ya wî hebû bi tifinga nêçîrê li ser wan gulebarandin kir. Di encama gulebarandinê de 2 kes birîndar û 3 kesan jî cane xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan kesê bi navê E.A yê 36 salî, li gundê Daraziwa ya ser bi bajarokê Tozanê, bi cîranên xwe yê ku dijminantiya wan bi hevre hebû pevçûnek kir û piştî pevçûnê bi tifinga nêçîrê belawela gulebarand. 3 kesên ku gule li wan ketiye T.O (27), Y.A (65) û A.A (66) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane. 2 kesên bi navê O.A (36) û G.O (47) jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatine veguhestin.

Hat gotin Fermandariya Cendermeyan kesê êrîşkar ê bi navê E.A desteser kiriye û li derdora gund û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine.

Rudaw
Top