• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Merîwanê selefiyan êrişî welatiyan kirin - Jinan bi dar û beran bersiva wan dan

Li Merîwanê selefiyan êrişî welatiyan kirin - Jinan bi dar û beran bersiva wan dan
Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê kesên selefî êrişî welatiyan kirin û çend kes birîndar kirin.

Li gorî agahiyan, pêr bi şev li bajarê Merîwanê tiştekî sosret qewimî, çimkî kesên selefî (oldarên radîkal) dixwastin serê kesekî jê bikin lê rastî berteka tund ya welatiyan hatin. Piştî ku selefiyan berteka xelkê dîtin, vê carê êrişî xelkê kirin.

Li gorî agahiyan, bi taybet jinan bi dar û beran bertek nîşanî selefiyan dan û ew kes ji destê wan rizgar kirin. Lê di wî şerî de du kes birîndar bûn.

Piştî wê aloziyê, pasdarên Îranê dora wê taxa ku şer lê derketibû, girtin û nehîştin ti kes derkeve derve.

Selefiyan gef li welatiyan xwarine ku dê vê carê bi hêzeka zêde êriş bikin!

Ev çend sal in bizava selefîtiyê li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li Bokan, Sine, Seqiz, Ciwanro û Merîwanê bihêz bûye û bye metirsî li ser jiyana welatiyan.

Tişta sosret ew e ku hikûmeta Îranê li hember vê rewşê xwe kerr kiriye!

Basnews
Top