Dansa du gencan di meha Remazanê de civak kir du beş
Karvedana dawî helwesta hejamreke parêzeran bûn li dijî dansa şeva Înê ya li kolaneya Sehollekey a Silêmaniyê. Ew di wê baweriyuê de ku “dîlana di meha Remazanê de ji çanda Kurdî dûr bû ku piranî misilmanên û rêz ji meha remezanê re negirtine.”
Parêzer Suzan Husên ku derbarê bûyerê de doz vekiriye, ji Rûdawê re got: “Kolana Sehollekeyê kolaneke giştî ye ez û malbata xwe bi dehan caran hatin vê derê û şev û roj çay û ava xwe vexwariye û gelek kes tê wir da ku bimeşe. Ti rewabûna wê tune ye ku li ciheke giştî ew kar bê kirin, ev yek exlaqê civakê xera dike û zirarê dide genc û xortên me.”
Ji aliyê din ve beşek ji xelkê wê dansê asayî dibînin û dibêjin ku ew dikeve çarçoveya azadiya takekesî û dans nêzîkî şahî û govenda kurdî ye.
Rojnamevan û derhêner Ala Hoşyar jî got: "Ji bo tevgerên giştî û tevgerên civakî pênaseyeke taybet tune ye. Ew bûyer normal bû bêyî plan hatiye kirin. Du zarok hatin dans kirin, ew geştyar bûn, gelê me dixwaze geştyar werin bajêr û pereyên xwe xerc bikin, lê ji wî re ecêb e ku eger geştyar be dansê bike.”
Her du xortên ku bi eslê xwe Ereb in ji Sûriye û Iraqê bi salan e li derve jiyane û her du jî reqsvan in. Mihemed Xalid destpêkê fêrî dansê bû û Tefany Kourieh jî xwendekarê yekemîn a wî bû li Hewlêrê. Piştî dansa wan çepik ji wan re hatin xistin, lê piştre beşek ji civakê helwesteke tund li dijî wan nîşan da.
Keça dansvan Tefany Kourieh ji Rûdawê got: “Min û hevalê xwe Mihemed me navendek bo fêrkirina dansa akademî heye. Em kursa dansê bo her kesekê didin ku bixwaze xwe fêrî dansê bike. Me pêştir li Hewlêr û Duhokê jî li cihên giştî dans kiribû. Li Silêmaniyê jî tiştek me plankirî nebû, em li cafê rûniştibûn dema muzikê lêxist me jî biryar da ku em dansê bikin.”
Mihemed Xalid ku niştecîhê Iraqê ye lê nexwest navê bajarê ku ji dayik bûye eşkere bike ji Rûdawê re wiha got: "Eger kesek bifikire ku me ew li dijî olan kiriye, em ji wan lêborînê dixwazin, me ti armanc nebû û herwiha me nexwestiye sivkatiyê bi ti olekê bikin û tişta me kirî tenê huner bû, ne tiştekê zêdetir bû.”
Piştî dansê Mihemed Xalid û Tefany Kourieh lêborîna xwestin, lê karvedab bi vî rengî bûn ku kafeya ku li ber dans kirin piştî bûyerê zêdetirî 20 saetan xwediyê wê nekarî vekee û ji aliyê polîsan ve ji bo lêpirsînê hat gazîkirin
Şeva Şemiyê hinek misilmanan li ber kafeyê nimêja terawihê kirin.
Her du dans beşdarî bernameya “Rûdawê Îro” televîzyona Rûdawê bûn û diyar kirin ku pêştir li Duhokê jî ew dans kirine û herwiha vîdoya wê jî tomar kirine. Herwiha dan zanîn ku di roja Valentine de jî dans kirine.
Tefany Kourieh ji ber bertekên gel bi taybet nifşê nû xemgîn dibe. Mihemed diyar kir ku tenê govend gerandine got: “Em ji her kesî re rêz digrin eger her girêdayî kîjan komê bin. Armanca me belavkirina hezkirin û aştiyê ye û armanca govendê jî ev bû."
Pêşkeşvanê bernameya Rûdawê Îro Bestûn Osman ji her du ciwanan pirsî: "peyameke heye hûn bi rêya dansê bidin civakê?" Tefany wiha bersiv da: “Belê, peyama me aştî û hezkirin e.” Mihemd jî got: “Ez ji dans hez dikim, govend ew e ku bi bedenê muzîkê îfade bikin. Temaşevan hîs dikin ku ewqas kes ji me hez dikin."
Parlamenterê berê yê Yekgirtû: Nayê qebûlkirin
Parlemnterê berê yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Hacî Karwan ciwanên ku dans kirin rexne li wan girt.
Karwan îdia kir ku kiryarên wiha "dê ciwanan ji dîn dûr bixe."
Hacî Karwan got, “Kesên xwedî exlaq, ol û rûmet vê rewşê qebûl nakin, ji ber ku kiryarên wiha dibe sedem ku ciwanên me ji dîn werin dûrxistin. Eger ew bixwazin dans bikin, gelek salon hene ku ew dikarin tevahiya rojê dans bilîzin. Dansa li wê derê dê ne di xema kesê de be.”
Waliyê Silêmaniyê: Dans perçeyek ji çandê ye
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî roja Şemiyê ji medyaya herêmî re got ku ew herdu gencên navborî ne niştecihê Silêmanî ne, lê dans û şahî beşek ji çanda herêmê ne.
Xwediyê kafeya ku performansa dansê lê hate kirin Îskendar Emin jî diyar kir ku piştî wê yekê gelek gef li wî hatine xwarin û got, "Gefê li min dixwin ku dibêjin em dê mala te bişewitînin û kafeya te bidin girtin.”
Endamê Parlamentoya Kurdistanê û Endamê Komîteya Mafên Mirov a Parlamentoyê Şadî Newzad jî got ku pêşandana govendê li Silêmaniyê beşek ji hunerê ye.
Şadî Newzad destnîşan kir ku wan gencan bi dansa ti tawanek encamp nedane û divê huner bigihîje mirovan.
Rudaw