• Friday, 26 April 2024
logo

Li Urfayê li ser rêdana otomobîlê şer derket – Herî kêm 3 kes mirin

Li Urfayê li ser rêdana otomobîlê şer derket – Herî kêm 3 kes mirin
Li gundekî bajarê Urfa yê Bakûrê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer derket, herî kêm 3 kes mirin.

Duhî beriya fitarê, li gundê Dîreklî yê nahiya Eyûbiye ya Urfayê li ser rêdana otomobîlê di navbera du malbatan de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku her du aliyan bi tivingên nêçîrê li hev dan, herî kêm 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Piştî wî şerî, hêzên asayiş û polîs ketin nav gund û tedbîrên tund girtin.

Basnews
Top