• Thursday, 28 March 2024
logo

Dadgehê cezayê bidarvekirina kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî pesend kir

Dadgehê cezayê bidarvekirina kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî pesend kir
Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê di derbarê kesê ku di sala 2018an de li Silêmaniyê agir berî mala xwe dabû û bû sebebê mirina hevjîn û 3 zarokên xwe biryara cezayê darvekirinê pesend kir.

Di 16ê Berfenbara 2018an de li taxa Asûdê ya navçeya Çemçemala ser bi Silêmaniyê agir bi malek ket û 3 zarokê bi navê Darîn, Karîn û Derûn ku temenê wan di navbera 1-5 salî de bûn jiyana xwe ji dest dan û dayîka wan ya 23 salî Sewan Qadir giran brîndar bû.

Sewan Qadir a ku laşê wê ji sedî 90 şewitîbû, li nexweşxanyê dihat dermankirin, lê piştî 8 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dadgeha Silêmaniyê ji ber ku bi qestî agir berî mala xwe daye û bûye sedema mirina kesên malbatê, li gorî xala 406 a Qanûnê Cezayê ya Iraqî ji ber "kuştina bi zanebûn" cezayê darvekirinê dabû Diyar Mecîd.

Parêzerê malbata Sewan Qadir, Koselan Hemelaw ji Rûdawê re ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê di derbarê tawanbar de biryara darvekirinê pesend kiriye.

Hemelaw got “Piştî vê qonaxê biryara dadgehê ji bo bê pesendkirin, dê ji Serokatiya Herema Kurdistanê re bê şandin. Hêvîrdarim birêz serok jî vê biryarê pesend bike.”

Birayê Sewan Qadir, Şiwan Qadir got “Diya min a ji qehra mir, ji ber ku kujerê keç û neviyên wê cezayê ku heq kiribû wergirtiye, dê di gora xwe de rihet razê.”

Bavê Sewan Qadir, Qdir Nûrî jî dibêje “Malbata kujer gelek caran pêşniyaz kir ku em vê mijarê di nav xwe de bi aştiyê çareser bikin. Lêbelê, em dixwazin kujer li ber qanûnan were darizandin û cezakirin.”

Rudaw
Top