• Saturday, 27 April 2024
logo

Sedemên xwekuştinên Rihayê çi ne?

Sedemên xwekuştinên Rihayê çi ne?
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di nav hefteyekî de 9 kes xwe kuştin. Pispor dibêjin pandemî aborî dibin sedema bûyerên xwekuştinê û daxwaz dikin ku hikûmet gavan bavêje.

Mamosteyê Fakulteya Civaknasî ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Mahmut Kaya, beşdarî bultena rûdawê bû û di derbarê xwekuştinên li Rihayê de axivî.

Mahmut Kaya diyar kir ku divê medya di awayê dayîna nûçeyên bûyerên xwekuştinê de bi baldarî tevbigerin û wiha berdeam kir “Nûçeyên xwekuştinê bi awayekî rewşa derûnî yakesên ku rewşa wan ya psîkolojîj nebaşe xera dike û dikare heta xwekuştinê jî biçe. Pêşkêşkirina nûçeyan û li serê sekinandin gelek giring e. Bi taybetî karekî mezin dikeve ser milên xebatkarên medyayê.”

Kaya di derbarê pêkêşkirina nûçeyên xwekuştinê de amaje bi wê yekê kir ku zimanê nûçeyê û zimanê pêşkêşkirina bûyerên xwekujiyê dualî ye, pêkêşkirina di nav malbatê de ji ber rewşa civaknazî di hinek malbatan de wek qeza didin nîşandan.

Kaya bal kişand ser pêşkşêkirina xwekuştinên di medyayê de û divê bi zimanêkî guncaw nûçe bê dayîn.

Mahmut kaya diyar kir ku sedemên xwekuştinên di demên dawî yên hem li Tirkiyê hem jî li Rihayê pandemî û bêkarî ne.

Herwiha Kaya tekez kir ku yek ji sedmên bingehîn yê xwekuştinê jî wendakirina piştgirî û hêviyê ye. Kaya dibêje ku kesên ku rewşa aboriya wî xerab bû dibê bên destek kirin.

Rudaw
Top