• Saturday, 20 April 2024
logo

DEVA: Piştî derketina ji Peymana Stenbolê 27 jin hatin kuştin

DEVA: Piştî derketina ji Peymana Stenbolê 27 jin hatin kuştin
Li gor raporteke partiya DEVA, ji derketina Tirkiye ji Peymana Stenbolê heta niha 27 Jin hatine kuştin.

Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) li ser hejmara xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir û hejmara wan jinan aşkere kir ku di peyama piştî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê aşkere kir.

Li gor daxuyaniya DEVAyê, ji şeva ku Tirkiye ji peymana Stenbolê ya taybet bi rûbirûbûna tundûtîjiya dijî jinan derketiye ve, li Tirkiyê 27 jin hatine kuştin, herweha bi sedan jin jî rûbirûyî tundûtîjiyê bûn.

Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya di bin serokatiya Alî Babacan de dibêje, ew ê li ser berevaniya li mafê Jinan berdewam bin.

Ev di demekê de ye ku Encûmena Jinan a HDPê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û li piraniya baregehên xwe yên li parêzgehên cuda yên Tirkiyê pankart bilind kiribûn.

Encûmena Jinan a HDPê navê 88 jinan li ser wan pankartan nivîsandibûn ku di sê mehên yekem ên îsal de ji ber tûndûtûjiya li dijî jinan û tûndûtûjiya malbatî hatine kuştin.

Konseya Ewropayê sala 2011an li Stenbolê peymanek taybet bo rêlibergirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan pêk anî û Tirkiye yekem welat bû ku ew peyman îmza kiribû û pesend kiribû.

Ew peymana taybet bi mafên jinan, ji ber ku li Stenbolê hatibû îmzekirin, li qada navdewletî wek Peymana Stenbolê tê naskirin.

Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî û heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye pesendkirin.

Lê di demekê de ku li Tirkiyê tundûtûjiya li dijî jinan û bûyerên kuştina jinan zêde bûne, roja 20ê Adarê bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya.

Rudaw
Top