• Tuesday, 30 April 2024
logo

Zilamekî kurê xwe yê 3 salî avêt nav Çemê Dîclê

Zilamekî kurê xwe yê 3 salî avêt nav Çemê Dîclê
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, hat îdiakirin ku zilamekî ku derûniya wî têk çûye, kurê xwe yê 3 salî avêt nav Çemê Dîclê û paşê reviyaye.

Li gor agahiyên berdest, kesekî bi navê Hogir M duh bi şev saet derdora 20:30ê ligel kurê xwe Kemal M diçin Parka Birca Belek a li berlêva Çemê Dîclê.

Hogir M, li gor îdiayan piştî demekê kure xwe digerîne û wî diavêje nav Çemê Dîclê û ji cihê bûyerê direve. Welatiyên li wê derê amede, Kemalê 3 salî ji çem derdixin û ew zarok bi ambulansê bo Nexweşxaneya Cizîrê ya Dewletê tê veguhestin.

Kemal M ku hêj metirsiyê li ser jiyana wî heye, ji bo çareserkirinê bo Amedê hat şandin.

Hogir M ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û hat zanîn ku Hogir û hevjîna xwe berî 20 rojan ji hev cuda bûne û ev nêzîkî salekê ye derûniya wî têk çûye û dermanan bikar tîne.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.

Rudaw
Top