• Friday, 29 March 2024
logo

Li Koye jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

Li Koye jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Qaymeqamê nahiya Teqteq ya bajarê Koye, Aso Mistefa ji BasNewsê re got, îro danê sibê li Teqteq zilamekî hevjîna xwe kuşt.

Aso Mistefa her wiha got, em nikarin tiştekî zêde li ser wê rûdanê bêjin ji ber ku hêzên ewlehiyê hîn mijûlî lêkolîn û lêpirsînê û komkirina agahiyan in.

Basnews
Top