• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Rihayê şerê bi çekan: 6 kes birîndar bûn

Li Rihayê şerê bi çekan: 6 kes birîndar bûn
Li navçeya Wêranşar a Rihya Bakurê Kurdistan di navbera du malbatan şerê çekdarî derket û di encamê de 6 kes bi guleyan birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest li gundê Elîsarik ê navçeya Wêranşarê di navbera du malbatan de ku pêştir navbera nexweş bû, ji ber erd niqaş derket û piştî demekê niqaş vegeriya şerê bi çekan.

Di encama şerê bi çekan de 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmênn tendirustî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Mevlut K. (18), Ender K. (18), Gunduhan K. (47), Îskender K. (44), Gulşah Z. (30) û Ahmet Y. (32) ku di şer de birîndar bûne, bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Rudaw
Top