• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Qamişlo şerê malbatan: 9 kes hatin kuştin

Li Qamişlo şerê malbatan: 9 kes hatin kuştin
Li Rojavayê Kurdistanê, di encama şerekî de, di navbera du malbatan de, li herêma Qamişlo, 9 kes hatin kuştin.

Kesekî nêzîk ji bûyera şerê du malbatan, ji nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo, ragihand ku di encama şer û pevçûnekê de, di navbera du malbatan de, ji Eşîra Elraşid a ser bi Êla Tey, li gundê Eldelawiye, li gundewarê Qamişlo, 9 kes hatin kuştin.

Ji wan 8 kuştî ji malbata Elhellab in û 1 kuştî ji malbata Elhesso ye.

Çavkaniya ku ji ber sedemên civakî, nexwest navê wî eşkere bibe, ji Rûdawê re got: “Sedema nakokiyê di navbera herdu malbatan de, ew bû ku pez û sewalên malbata Elhellab derbasî nav zeviyên çandiniyê yên di destê malbata Elheso de, bûn.”

Rudaw
Top