• Thursday, 25 April 2024
logo

Termê jineke bêjera televîzyona fermî ya Îranê li Tehranê hate dîtin

Termê jineke bêjera televîzyona fermî ya Îranê li Tehranê hate dîtin
Çapemeniya Îranê belav kir ku termê Azade Namdarî ya bêjer û pêşkeşvana televîzyona fermî ya Îranê li rojavayê Tehranê û di nav avahiya wê bixwe de hatiye dîtin.

Polîsê rojavayê Tehranê û navenda hewarçûnê piştrast kirine ku ew term ê Azade Namdarî ye.

Malpera İSNA vê derbarê de bi zimanê bavê Azade Namdarî ve aşkera kir, du roj berî naha keça wê di nav avahiya xwe de jiyana xwe ji dest daye, lê amaje bi kuştin an jî hûrgiliyên din nekiriye.

Namdarî li televîzyona fermî ya Îranê bernameya Tazeha pêşkeş dikir û ji ber wê jî gelek navdar bibû.

Azade Namdarî pênc sal berî naha û piştî çend salan dûrketina li karê bêjeriyê li televîzyona Aparat rêveberê bernameya Aban bû.

Dîtina termê Azade Namdarî di mala wê bixwe de bû mijar û manşeta çapemeniya Îranê û hîn bi ronî diyar nebûye ka hatiye kuştin, an jiyana xwe ji dest daye. polîs jî hûrgiliyên vê derbarê de aşkera nekirine.

basnews
Top