• Friday, 19 April 2024
logo

Li Amedê kesekî malbateke 4 kesî dîl girt

Li Amedê kesekî malbateke 4 kesî dîl girt
Li Ameda Bakurê Kurdistanê kesekî malbateke 4 kesî dîl girt. Hejmareke zêde ya hêzên emnî bo deverê hatine veguhastin û di encama bûyerê de 3 kes birîndar bûn.

Bûyer li avahiyeke li taxa Talaytepe ya Kayapinara Amedê qewimî. Li gor zanyariyan kesekî çekdar malbateke 4 kesî ku yek jê jin bû dîl girt.

Li ser vê yekê hejmareke zêde ya polîsan bo cihê bûyerê hatin veguhastin bo ku ew kes ji destê kesê êrişkar bên rizgarkirin.

Hêzên emnî bo rizgarkirina endamên wê malbatê operasyon dan destpêkirin, lê li gor zanyariyan 3 kes ji endamên wê malbata dilgirtî ji aliyê kesê êrişkar ve hatin birîndakirin û kesek jî hat rizgarkirin.

Kesên birîndar bi ambulansan bo nexweşhaneyê hatin veguhastin.

Herwiha kesê êrişkar jî ji aliyê polîsan ve hat girtin û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Rudaw
Top