• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bazara pirtûkan ji %11 26 daketiye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bazara pirtûkan ji %11 26 daketiye
Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê rapora xwe ya li ser bazara pirtûkan belav kir. Li gor raporê, sala borî di proseya pandemiyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser înternetê firotina pirtûkan zêdetir bûye lê tevî vê bazara pirtûkan ji%11,26 daketiye. Sedema vê jî belavbûna nexweşiya Korona û krîza aborî tê destnîşankirin.

Virûsa Koronayê ku tesîr li tevahiya cîhanê kiriye bandor li ser bazara kitêban jî kir. Li gor ragihandina Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê bazara pirtûkan par ji %11,26 kêm bûye û daketiye heta 7 milyon û 855 hezar lîreyê Tirkiyê.

Pirtûkfiroş Xeyriye Taniş ji K24ê re got: “Dema nexweşiya virusa coronayê belav bû, herkes xwe avêtin mala xwe û derneketin derva. Ji ber vê em neçar man me jî dikana xwe çend mehan girt û di vê proseyê de tu kitêbên li ber destê me nehatin firotin. Ji ber sedema coronayê me jî malperek ava kir û li ser înternetê me dest bi firotina kitêban kir.”

Li gor raporê sala borî li Tirkiyeyê 433 milyon û 213 hezar û 632 pirtûk hatine çapkirin ku piraniya wan jî kitêbên perwerdehiyê yên dibistan in.

Weşanger Recaî Altuntaş dibêje: “Li welatê me xwendina pirtûkan di asteke baş de nîne û civak girîngiyê nade karên kultirî. Ew kitêbên ku zêdetir hatine firotin kitêbên perwerdehiyê yên dibistanê ne. Yanê berhemên ji beşên cuda yên wek edebî, dîrokî, felsefî nayên xwendin. Di vê pasaja kitêbfiroşan de jî gelek hevkarên min hene dikana xwe girtin. Min jî niyet kir ku ez bigirim lê kesek ku dikan hilde ser xwe tune bû.”

Par, kitêbên li ser înternetê hatine firotin ji ber pandmeiyê li gor salên berê ji % 36,17 zêdetir bûye.

K24
Top