• Friday, 26 April 2024
logo

Li Edenê keç û xortekê xwe ji qata 4an a avahiyekê avêtin xwarê

Li Edenê keç û xortekê xwe ji qata 4an a avahiyekê avêtin xwarê
Li bajarê Edenê yê Tirkiyê xort û keçeke ku hezkiriyên hev bûn, bi destê hev girtin û xwe ji qata çarê ya avahiyekê avêtin xwarê.

Li gor zanyariyan piştî ku malbatên wan razî nebûn ku herdu ciwan bizewicin, herdûyan biryar dan ku bi hev re dawiyê li jiyana xwe bînin.

Ew herdu ciwan wek nerazêbûn li hemberî malbatên xwe, diçin ji qata 4ê ya avahiyekê xwe davêjin xwarê û bi giranî birîndar dibin û metirsiya li ser jiyana wan jî hîn berdewam e.

Ew ciwanên bi navên Bayram T. û Bûşra D. temenên wan 20 sal in û niha li nexweşxaneya navenda Edenê di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Li gorî zanyariyan, dest û lingên herdu ciwanan şikestine û metirsiya li ser jiyana wan jî her berdewam e.

Rudaw
Top