• Saturday, 27 April 2024
logo

Rêjeya bêkarî li Îraqê ji sedî 25 e

Rêjeya bêkarî li Îraqê ji sedî 25 e
hijmara giştî ya şêniyên Îraqê 40 miliyon kese.


Nêzî 10 miliyon xizan li Îraqê hene.

Wezareta pilandanan ya Îraqê belav kiriye ku rêjeya bêkarî li Îraqê di sala 2021an de bo sedî 25 kêm bûye, ev di demekê deye ku di sala 2020an de rêjeya bêkarî li Îraqê sedî 31.7 bûye.

Li gor daxuyaniya wezaretê jiber Koronayê di sala 2020an de rêjeya bêkarî bo sedî 31.7 bilind bûye lê di sala 2021an de jiber sivêk kirina rêkarên tendirostî ev rêjeya han bo sedî 25ê dabeziye.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku niha li Îraqê nêzî 10 miliyon kes di xizaniyê de dijîn.

Niha hijmara giştî ya şêniyên Îraqê 40 miliyon û 150 hezar kese.
Top