• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Rihayê termê jineke şewitî hat dîtin

Li Rihayê termê jineke şewitî hat dîtin
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, teremê jinekê hat dîtin ku beşek ji laşê wê şewitî bû.

Li gor agahiyên berdest, li ser rêya Riha-Kaniya Xezalan welatiyan termê jinekê dîtin ku beşek ji termê wê şewitî bû.

Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, tîmên tenduristî û ewlekariyê çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolînan, hat zanîn ku ew term jineke Sûrî bi navê Futem Elhamadî ye û temenê wê 38 salî bûye.

Herwiha eşkere bû ku benzin bi Futem Elhamadî hate rijandin û bi wî awayî hate şewitandin.

Piştî lêkolînên destpêkê, term bo Saziya Tipa Dadê ya Rihayê hat şandin û cendermeyan jî ji bo girtina kes an kesên tevlî kuştina wê jinê bûne, dest bi xebatan kirin.

Rudaw
Top