• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê nexweşên gurçikan di rewşeke xirab de dijîn

Li Rojavayê Kurdistanê nexweşên gurçikan di rewşeke xirab de dijîn
Nexwşiyên gurçikan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser di zêdebûnê de ne. Ji aliyekî ve cîhazê şûştina gurçikan li wan navçeyan kar nakin, êdî ew neçar dibin herin Şam û Helebê, lê gelek jî, ji ber ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve têne xwestin nikarin herin wan bajarên di bin destê hikûmetê de.

Li Rojavayê Kurdistanê tenê li nexweşxaneya Niştîmaniya Qamişlo amûrên şûştina gurçikan heye, loma xelk naçar dimînin berê xwe bidin Şamê, hinek ji wan heftane li ser rêya Şamê ne. Jixwe neştergeriya gurçikan tune ye, her divê li Şamê bê kirin.

Ji liyekî din ve dermanên pêwîst peyda nabin, û eger hinek jê peyda bibin jî, bi nirxekî buha tên firotin.

Mala ku nexweşî derbasî wê dibe, hejarî û xemgînî jê dernakeve. Şahîn Şêxmûs ê 19 salî ji ber herdû gurçikan li erdê ye, gurçikên wî ziwa bûne û di hefteyê de du yan sê caran, dişo.

Nexweşê gurçikê Şahîn Şêxmûs dibêje: “Ez hefteyê sê caran gurçika xwe dişom, dema dişom gelek diêşim. Pizîşk dibêjin divê tu gurçikê din neqil bikî box we. Ez li Nexweşxaneya Niştimanî dişom, rewşa min xirabe ez gelekî dixwazim ji vî ezabî derkevim.”

Li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, navendên şûştina gurçikan tune ne, li bajarê Qamişlo welatî neçar dibin berê xwe bidin Nexweşxaneya Niştimanî ya hikumeta Sûriyê, tevî ku wergirtina çareseriyê li wir bê beramber e, lê Bavê Şahîn, bi derzî û dermanan mehê 400 hezar lîreyên Sûrî xerc dike.

Bavê Şahîn, Ebdulrezaq Şêxmûs jî got: “Du defter lazimin ji bo gurçika wî. Qeweta min tune, min û diya wê û birayê wî pişkinîn kir ji bo ku em gurçika xwe bidine wî, lê li hev derneket.”

Hejmara nexwşin gurçikan li Rojavayê kurdistanê li gorî amarên Yekîtiya Pizîşkan, di çend salên dawî de, ji sedî 20 zêde kiriye, sedema sereke ya wê yekê jî ji bo pîsbûna ava vexwarinê vedigerînin, ku ew nexweşî li ser 5 astan dabeş dibe û di asta herî dawî de gurçik pûç dibin û divê bêne şûştin heya ku kesê nexweş di jiyanê de bimîne.

Nexweşê gurçikê Cewahir Ee Elî jî got: “Derman hertim hene nînin, carê ez dibînim carê na , gurçika min kevir tê de ye û iltîhabat bi min re heye.”

Tevî ku 51 kompaniyayên dermanan li navxweya Sûriyê hene û ji wir beşeke mezin ji dermanan derbasî Rojavayê Kurdistanê jî dibe, lê dermanên taybet bi gurçikan tune ne û bazirgan ji welatên cîran bi nirxekî bûha derbasî deverê dikin.

Pizîşk Mihemed Yûsif jî dibêje: “Ji sedî 80 dermanan ji Tirkiyê tê û ji sedî 20 ji Îran û Iraq û Lubnanê tê, bûhaye heya bi 28 dolaran heye, lê yê Sûrî ji bo êşê heye û ne buha ye.”

Ti plana Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê ji bo vekirina navendên taybet bi gurçikan di demeke nêzîk de tune ye, bi vê yekê dema bendemayîna nexweşan dirêjtir dibe û barê çûna navçeyên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de girantir dibe, bi taybet jibo wan Kurdên ku daxwazkiriyên heman hikumetê ne.

Rudaw
Top