• Tuesday, 23 April 2024
logo

Silêmanî- Ji ber şerekî 2 kes mirin

Silêmanî- Ji ber şerekî 2 kes mirin
Duhê êvarî di derengê şeve de li gazînoyeke bajarê Silêmaniyê ji ber şer û teqekirinê 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Hawarçûnê yê Silêmaniyê Saman Nadir ji BasNewsê re axivî û da zanîn duhê êvarî derengê şeva borî saet 01:30an li Çeq Çeqa Silêmaniyê şer di navbera çend kesan de derket û aliyan bi çekan teqe li hevdu kirine.

Herwiha Saman Nadir dibêje ji ber wî şerî bi çekan 2 kes birîndar bûne û 2 kes jî mirine.

Di berdewamiyê jî de Saman Nadir ragihand termên herdu kesên mirî li dadgeha pizîşkîne û 2 birîndar jî di jêr tedawiyê dene.

Basnews
Top