• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Kifrî 3 kes hatin kuştin

Gulan Media February 27, 2021 Civakî
Li Kifrî 3 kes hatin kuştin
3 kes jî hatine girtin.
Duhê bi şev hatine kuştin.

Birêveberatiya ragihandina polîsê devera Gerimyanê belav kir ku duhê bi şev li qezaya Kelarê, di encama kêşeyeke civakî de pevçûn di navbera çend kesan de qewmiye.

Di encama pevçûna han de 3 kes hatine kuştin ku du ji wan birayên hevin û yeke din jî korê yek ji wan kuştiyane.

Hate zanîn sê kes jî bi tawana kuştina wan sê kesan hatine girtin û niha lêkolîn li ser bûyerê tê kirin.
Top