• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Almanya hemwelatî dê êdî testên xwe yên Corona li malê bikin

Gulan Media February 18, 2021 Civakî
Li Almanya hemwelatî dê êdî testên xwe yên Corona li malê bikin
Wezîrê Tendurustiya Almanya Jens Spahn ragihand ku ew dê giraniyê bidin ser pêkanîna testên bilez û dê kîtên wan testan piştî wergirtina destûrê daxin bazarê.

Wezîrê Tendurustiya Almanya Jens Spahn ragihand ku ji 1ê Adarê û pê ve li seranserî Almanya testên bilez têne belavkirin.

Li Almanyayê niha jî ew kîtên testên coronayê li bazarê peyda dibin û bi vî rengî wê temamê xelkê bê beramber sûdê ji van testan bibînin.

Wezîrê Tendurustî Spahn dibêje, ji bo vê yekê dê rêvebiriyên herêmî navendên testan ava bikin, dê dermanxane jî têde beşdar bibin û mesrefa wê jî wê ji aliyê hikûmeta federal ve were dayîn.

Li gorî van planên ku Spahn behsa wan dike, dê rê li ber testên bilez ên li malan jî vebe û piştî wergirtina destûra pêwîst dê xelk bikaribe testa xwe li malê jî bike.

Kîtên testan dê li dermanxaneyan bi 1 Euroyê bêne firotin û dikarin ewlekariya jiyana xelkê baştir bikin.

Rudaw
Top