• Friday, 26 April 2024
logo

Kifrî…Jinekî dawî bi jiyana xwe anî

Gulan Media February 15, 2021 Civakî
Kifrî…Jinekî dawî bi jiyana xwe anî
Li gundeke ser bi bajarokê Kuleco ya ser bi Kifrî jinekê bi ben dawî bi jiyana xwe anî û xwe xeniqand. Rêveberiya tekoşîna hember tundiya malbatî jî dest bi lêkolîna bûyerê kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji beşa bijîşkê dadî yê nexwaşxaneya giştî ya Kelar wergirtiye, îro 15.02.2021ê termê jineke temen 40 salî anîne wî beşê, ku derketiye bi ben xwe xeniqandiye.

Ew dosye naha li rêveberiya tekoşîna tundiya dijî malbatê ye û pêdeçûn li ser tê kirin û li ser wê yekê berdevkê rêveberiya tekoşîna dijî tundiya malbatî Eyub Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew jin temenê wê 40 salî ye û navê wê X.S.K. jina mal bû û niştecîhê gundê Şêh Lengerî ya ser bi bajarokê Kuleco ya ser bi bajarê Kifrî ye.’’

Herwaha aşkera kir, ew jin li zilamê xwe cuda bûye û xwedî zarokekî ye û li mala xwe bi ben xwe xeniqandiye û piştî ku jiyana xwe ji dest daye anîn bijîşkê dadî.’’

Navborî got: ‘’Gote ango îfadeyên kesûkarên wî hatin vergirtin û gotin rewşa derûniya wê xirab bûye.’’
Top