• Tuesday, 16 April 2024
logo

Ciwanekî bavê xwe ji ber mîratê wî kuşt

Gulan Media February 13, 2021 Civakî
Ciwanekî bavê xwe ji ber mîratê wî kuşt
Li parêzgeha Wast a li başûrê Iraqê, ciwanekî ji bo bidestxistina mîratê wî, bavê xwe kuşt.

Îro 13.02.2021ê polîsê Wast ragehand, ciwanek bi tometa kuştina bavê xwe hatiye girtin.

Hat ragehandin wî ciwanî termê bavê xwe li ser rêyekî kiştûkaliya bajarokê Ezîziye ya Wastê avêtiye û piştre jî li xwe mûkir hatiye ku wî bavê xwe kuştiye.

Derbarê sedemê kuştina bavê xwe de jî wî ciwanî ragehand, ji ber çav berdabû mîrat û dewlemendiya bavê xwe ew kuştiye.

Ji ber krîza darayî û bêkariya ciwanên Iraqê, rojane bi sedan tewan li bajarên wî welatî pêktên.

Basnews
Top