• Friday, 26 April 2024
logo

Du hevjînên Kurd zaroka xwe danîn mala cîranekê û xwe kuştin

Gulan Media February 12, 2021 Civakî
Du hevjînên Kurd zaroka xwe danîn mala cîranekê û xwe kuştin
Du hevjînên Kurd ên ciwan ên ji Êliha (Batman) Bakurê Kurdistanê ku li Stenbolê dijiyan û zarokeka wan a 1.5 salî hebûye, şeva bihorî zaroka xwe birine mala cîraneke xwe û piştre întihar kirine û xwe kuştine. Tê gotin, wan herdu hevjînan ji ber hejarî û xizaniyê dawî li jiyana xwe anîne.

Li gor agahiyan, şeva derbasbûyî li navçeya Zeytînburnu ya bajarê Stenbolê, jina bi navê Elvan Demîr bi hinceta ku li gel hevjînê xwe biçe nexweşxaneyê zaroka xwe ya zava danî mala xwîşka xwe.

Tevî ku bû derengiya şevê jî Elvan Demîr venegeriya û xwîşka wê keçika temen sal û nîv jî da li gel xwe û berê xwe da mala xwîşka xwe, lê nekarî derî veke.

Wê kesê piştî ku kilîlek ji xwediyê malê wergirt derbasî hindur bû û dît ku xwîşk û zavayê wê mirî ne.

Di yekem kontrola polîs û tîmên tendiruristiyê de derket holê ku wan hevjînên temenê wan derdora 21 salî xwe kuştine.

Termên hevjînên Kurd ku tê gotin ji ber hejarî û rewşa xerab a aborî dawî li jiyana xwe anîne, bo Êliha Bakurê Kurdistanê hatin şandin.

Canan Kaftancioglu, Seroka Şaxa CHPê li Stenbolê jî derbarê bûyerê de li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand ku wan hevjînan ji ber sedemên aborî û dabînnekirina debarê xwe kuştine û rexne li wan aliyan girt ku dibêjin, li Tirkiyê hejarî nemaye.

Rudaw
Top