• Friday, 29 March 2024
logo

Li Qamişlo piştî 54 salan du malbatên Kurd li hev hatin

Gulan Media February 9, 2021 Civakî
Li Qamişlo piştî 54 salan du malbatên Kurd li hev hatin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê du malbat ku xwîn di navbera wan de hebû li hev hatin û heyfa xwe li paş hiştin.

Piştî 54 salên aloziya di navbera malbatên Hecî Reşîd û Hecî Elî de xwîn hat jibîrkirin û dîsa silava biratiyê li hev kirin.

Bi navbeynkariya Encûmena Rûspiyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverûya Kurd a Sûriyê û bi beşdariya hemû aliyên siyasî û kesayetên serbixwe û rûspiyên deverê, ev lihevhatin pêk hat.

Malbata Hecî Reşîd da zanîn ku wan ev lihevhatin, bê şert û merc qebûl kirin û berî her kesî xwîn jibîr kirin û qerebû jî nexwestin.

Mijara heyf û tolhildanê li deverê, çandeke kevn û dîrokî ye û bûye sedema koçberiya gelek malbatên ku xwîn di navbera wan de çêbûye, ji ber vê yekê kesên navbeynkar dibêjin; ev lihevhatin gaveke ber bi parastina jiyana aştiyane û rakirina van adetên kevn e, ku bandora wan a neyênî li ser civakê heye.

Hemû pêkhateyên beşdar, tekezî li berdewamiya gavên bi vî rengî kirin û diyar kirin ku pêwîstî bi destpêşxeriyên wiha heye, nemaze di rewşa niha ya Sûriyê de ku bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dane.
Top