• Friday, 19 April 2024
logo

Li Semsûrê du malbatan şer kirin: 7 kuştî û 3 birîndar

Gulan Media February 6, 2021 Civakî
Li Semsûrê du malbatan şer kirin: 7 kuştî û 3 birîndar
Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di şerê du malbatan de 7 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Kehta ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, duh derdora demjimêr 16.00an, di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa hinek birîndaran baş nîne.

Hat ragihandin ku nasnameyên 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in; Îbrahîm Gogus (63), Îbrahîm Gogus (32), Îbrahîm Gogus (46), Mehmet Gogus (29), Mustafa Gozel (43) ve Mehmet Gozel (61).

Ew her du malbat berê jî nakokî di navbera wan de hebûne.

Hêzên ewlehiyê ji bo ku bûyer zêdetir mezin nebe, li gund û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

K24
Top