• Friday, 26 April 2024
logo

Li Hewlêrê workshopa pêkvejiyan û aştiya civakî birêve çû

Gulan Media January 31, 2021 Civakî
Li Hewlêrê workshopa pêkvejiyan û aştiya civakî birêve çû
Bi armanca saz kirina guftûgoyên zanistî li ser çawanî û rêyên pêkvejiyan û aştiya civakî li herêma Kurdistanê îro li zankoya Tîşk a li bajarê Hewlêrê workshopek pêkvejiyana civakî birêve çû.

Serokê Borda zankoyê Dr. Îdrîs Hadî derbarê rêxistina wê workshopê û armancên wê de ragehand: ‘’Li herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê xwedî dîrokekî dîrokî ye. Ji bo ew çand ji aliyê zanistî de jî guftûgo li ser bê kirin ev workshope hat rêxistin kirin. Armanc jî diyar in ji ber em dixwazin xalên bihêz ên vê çandê destnîşan bikin, wek bingehekî bo karê bi hevrebûn û geşe kirina berfireh kirina hizra aştiyane ye.’’

Serokê Borda zankoya Tîşk got: ‘’Di asta herêma Kurdistanê û Iraqê de jî çi li ser asta siyasî, yan jî olî behsa pêkvejiyan û aştiya civakî hatiye kirin. Vê carê jî li navendên akademîk behs li ser tê kirin ku em bikarin alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin di çawaniya bicîh anîna bernameyên wê yên çarçoveya giştî û çarçoveya dad a civakî de ku hemû xwe di nav aştiya civakî de dikare pênase bike.’’

Basnews
Top