• Friday, 26 April 2024
logo

Ajotina biskilêtan a keçan li Rojavayê Kurdsitanê zêde bûye

Gulan Media January 17, 2021 Civakî
Ajotina biskilêtan a keçan li Rojavayê Kurdsitanê zêde bûye
Ajotina biskilêtan li Rojavayê Kurdsitanê zêde bûye. Werzişa ajotina biskilêtan, li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye Keçên Rojavayê Kurdistanê bêhtir berê xwe didin ajotina biskilêtan.

Siwarbûna piskilêtan li rojavayê Kurdistanê ne titşekî nû ye, ji berê de heye. Berê eger kesekî biskilêtê wî heba, hesab dikir ku taksiyekî wî heye, biskilêt bi qîmet bûn. Lê tiştê xweş niha ewe ku keçên me dest pê kirine ku ajotina biskilêtan kirine weke sporeke rojane.

Keçîn Rojavayê Kurdistanê ji xwe re grûp ava kirine. Her ku diçe grûpê xwe li Qamişlo mezin dikin û niha amadekariya çêkirina maratoneke pêşbirka biskilêtan dikin.

Werzişa ajotina biskilêtan, li Rojavayê Kurdistanê weke corekî ji werzişê li nav keçên Rojavayê Kurdistanê cih girtiye.

Tîmeke ajotina biskilêtan ji 15 keçan li bajarê Qamişlo hatiye damezrandin û niha jî rahênanê ji bo beşdarbûna di maratonekê de dikin û bi wê yekê dixwazin pêşketinê bidest bixin.

Rahênera werzişa ajotina biskilêt Mîdya Xanim dibêje: “Bi rastî di van demên dawiyê de werzîşa jinê li Rojava gelek pêş ketiye. Me dît ku keç û jinên Rojava di her warê werzîşê de serkevtî ne û gelek xelat jî li ser asta wergirtine. Em dixwazin werzîşa bisikletê jî li herêmê pêş bixin.”

Kêm keç li Rojavayê Kurdistanê li biskilêtan siwar dibin, ku ne her malbat dipejirîne keça wê biskilêt bajo, lewma gava van keçan weke guherînekê di hinek nerîtan de tê dîtin.

Tevî zehmetiyên corbicor ku li pêş vê werzişê hene, lê rahênana keçên Rojavayê Kurdistanê tê de berdewam e, di nav wan de jî keçin ji Herêma Efrînê hene.

Endama tîma ajotina biskilêtan Loryana Xelîl jî got: “Armanca me ji vê yekê ew e ku em bidin nîşandan keçên Rojava jî dikarin weke hemû keçên cîhanê dikarin biskilêtê bajon. Civaka me ji bo biskilêt ajotina keçan tiştên negatîv dibêjin lê em yekê qebûl nakin. Em dê li Amûdê jî beşdarî maratona biskilêtê bibin.”

Di salên kirîzê de li Rojavayê Kurdistanê, rûdana werzîşa keçan bûye diyardeyeke balkêş, û sal bi sal bipêştir dikeve, heta gihiştiye qonaxekê ku keçên Rojavayê Kurdistanê di gelek qadên werzişa xaniman de li ser asta Sûriyê jî xelatên serkeftinê bidest xistine, nemaze di lîstikên topê û taykwandoyê de.

Rudaw
Top