• Saturday, 27 April 2024
logo

Zehra Dogan bi berhema xwe bal kişand ser kuştina jinan

Gulan Media January 13, 2021 Civakî
Zehra Dogan bi berhema xwe bal kişand ser kuştina jinan
Şêwakar Zehra Dogan li bajarê Silêmaniyê bi bi çalakiyek hunerî bal hat kişandin ser kuştinên jinan.

Li Silêmaniyê ji aliyê Komîteya Jineolojî çalakiyek hunerî hat sazkirin û di wê çalakiyê de şêwakar ji Mêrdina Bakurê Kurdistanê Zehra Dogan bi berhemên xwe balê kişand ser kuştinên jinan.

Zehra Dogan berhemên bi navê “Şîna Xakê” pêşkeş kir û da zanîn ku ew dixwaze bale bikişîne ser jinên hatine kuştin û li ser gora wan ti navnîşanek tine ne.

Dogan piştî çalakiyê ragihand ku “Piştî çend salan care yekemîn e ez hatin Kurdistanê û ez gelek kêfxweş im. Ez nikarim herim Bakurê Kurdistanê lê ev der jî welatê min e. Cara yekemîn e ez berhemên xwe li vê derê pêşkeş dikim. Hêj bi navê namusê bi hezaran jin tên kuştin û gorên wan bênav in. Em nizanîn ew kî ne û kengê hatine kuştin. Min xwest ku bi vîdeoyekê balê bikişînim li ser wê yekê. Niha li Bakurê Kurdistanê jî ew tişt hene lê pêwîst ku em hunermendên jin li hemberî wê bisekinin.”

Dogan herwiha da zanîn ku di dema pêş de ew dê wan berhem xwe weke pêşengeh li Berlîn, Mîlano û çend bajarekî din ên Ewropayê jî pêşkeş bike.

Wênesaza Kurd Zehra Dogan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di heyama qedexeya derketina derve de, ji ber wêneyê çêkirî li ser medyaya civakî belav kiribû û reşnivîseke zarokek 10 salî kiribû nûçe, bi hincêta “endambûna rêxistina terorê” derbarê wê de, doz hatibû vekirin.

Di Hezîrana 2017an de Zehra Dogan hat girtin û bo girtîgeha Amedê ya Tîpa Eyê hatin şandin û piştre jî bo girtiîgeha Tarsûsê hat veguhestin. Dogan di 14ê Sibata 2019an de hat azadkirin.

Piştî azadbûna xwe Zehra Dogan li ser karên hunerî berdewam bû û pêştir çend hefteyan li Îtalyayê li Muzexaneya Santa Giulia Beach berhemên wê hatin pêşandan.

Rudaw
Top