• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Duhokê di 8 rojan de 11 kesan xwe kuşt an hatin kuştin

Gulan Media January 9, 2021 Civakî
Li Duhokê di 8 rojan de 11 kesan xwe kuşt an hatin kuştin
Li parêzgeha Duhokê di 8 rojên destpêka sala nû de, 11 kesan xwe kuşt an hatin kuştin ku 7 ji wan Kurdên Êzidî ne.

Huner Reşîd, peymanêrê Rûdawê li Duhokê, li nav Kampa Şarya ragihand ku di 8 rojên yekem ên sala 2021an de li parêzgeha Duhokê 7 kesan xwe kuştine ku 5 ji wan koçberên Şingalê û li kampna dijîn.

Li gor zanyariyan piraniya wan kesan ciwan in û temenê wan di navbera 15 ta 30 salan de ye û herwiha 5 kes jî li cihên cuda yên Duhokê hatin kuştin.

Rêxistinên civakî xerab bikaranîna torên civakî, xerabiya rewşa aborî û jiyana nav kampan wek ji sedemên xwekuştinê nîşan didin.

Rêxistina DAK ji bo geşepêdana jinên Êzidî li Duhokê li gel Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx li ser hêl in ji bo ku di zûtirîn dem de kongreyekê saz bikin bi mebesta gotûbêjkirina sedemên xwekuştina ciwanan û dîtina çareseriyekê bow ê pirsê.

Sozan Sefer, Berpirsa Rêxistina DAK li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, ku ew ê kongireyê ji bo vê pirsê saz bikin ji bo ku karibin pirsgirêkên keç û jinên Kurdên Êzdî çareser bikin û diyar dike ku divê zêdetir piştevaniya kampên li Duhokê bê kirin.

Sozan Sefer dibêje, “Berî niha hejmarek rêxistin hebûn hevkarî dikirin, lê niha piştevanî gelek kêm bûye. Ew jî ji ber wê plana ku hikûmeta Iraqê daniye ji bo valakirina kampan û vegerandina koçberan bo navçeyên wan. Lê xelkê me niha amade nîne vegere, ji ber ku pirsgirêkên xelkê Şingalê ciyawaz in ji wan pirsgirêkên ku koçberên li deverên din hene.”

Rudaw
Top