• Wednesday, 03 July 2024
logo

Japonyayê destdirêjiya cinsî li 200 hezar jinan kiriye

Gulan Media January 8, 2021 Civakî
Japonyayê destdirêjiya cinsî li 200 hezar jinan kiriye
Dadgeha Koreya Başûr biryar da ku ji bo jinên Japonî yên wekî koleyên cinsî hatine bikaranîn cizayên pareyî bide.

Li gor biryara Seoulê dê divê Japonya ji bo 12 jinên Koreyî 100 milyon won (91 hezar dolar) ciza bide. Ev jin di dema şerî de wekî koleyên cinsî "hatibûn xebitandin."

Dibe ku cîbecîkirina vê biryarê têkiliyên dîplomatîk ên herdu weşatan baştir bike.

Di biryara dadgehê de tê gotin ku, "Delîl, belge û şahidên têkildar nîşan didin ku qûrbaniyan ji ber kiryarên neqanûnî êşên canî û laşî yên dijwar kêşane. Xeyalên wan jî şkestine. Lê heya niha ji bo êşên wan qereboyek (cizwyek) nehatine kirin."

Ev li Koreya Başûr yekemîn doza hiqûqî ya sivîle e ku derheqê şerê Japonya de biryareke wiha dide.
Top