• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Bexdayê zilamekî zarokê xwe yê sê salî serjê kir

Gulan Media January 4, 2021 Civakî
Li Bexdayê zilamekî zarokê xwe yê sê salî serjê kir
Rêveberiya polîsê hewarçûnê yê Bexdayê aşkera kir, bavekî zarokê xwe yê sê salî serjê kiriye û ji ber wê hatiye girtin.

Îro 04.01.2021ê rêveberiya polîsê hewarçûnê yê Bexdayê aşkera kir, zilamekî tometbar li rojhilatê Bexdayê hatiye girtin, ku zarokê xwe yê salî serjê kiriye.

Di beyanameya polîsê hewarçûna Bexdayê de hatiye ragehandin ku piştî ji aliyê hemwelatiyekî ve peyvendî li gel polîs hatiye kirin ku tewanekî wisa pêkhatiye û zilamekî zarokê xwe yê sê salî serjê kiriye, tîmên wan geheştine cîhê bûyerê û tometbar girtine û ew radestî cîhê peyvendîdar kirine bo bicîhanîna rêkarên yasayî.

Berî çend rojan jî saziyên ewlehiya Bexdayê dayîk û bavek girtin, ji ber dixwastin zarokê xwe yê 5 salî bi 10 milyon dînarê Iraqê bifroşin.

Basnews
Top