• Friday, 26 April 2024
logo

‘Li Tirkiyê sala 2020an 300 jin hatin kuştin’

Gulan Media January 3, 2021 Civakî
‘Li Tirkiyê sala 2020an 300 jin hatin kuştin’
Li gor raporta Platforma `Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin` di sala 2020an de 300 jin aliyê hevjîn, dergistî, bav, bira, kesûkar, nas û kesên nenas ve hatin kuştin.

Platforma `Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin` raporta xwe ya salane ya derbarê kuştin û tundûtûjiya li dijî jinan belav kir.

Li gor wê raporta hatiye belavkirin di sala 2020ande bi giştî 300 jin hatine kuştin û 171 jin jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin.

Ew raport diyar dike, ji wan jinên hatine kuştin; 97 ji aliyê hevjîn, 54 ji aliyê dergistî, 38 ji aliyê kesekî nas, 21 ji aliyê hevjînên berê, 18 ji aliyê kur, 17 ji bav, 16 ji aliyê kesûkar, 8 ji aliyê dergistiyê berê, 5 ji aliyê bira, 3 ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin û 23 jin jî nehatiye zanîn ka ji aliyê kê ve hatine kuştin.

Di raportê de tekezî li ser wê tê kirin ku 22 jin ji ber sedemên aborî û 96 jin jî ji ber sedemên mîna; redkirina daxwaza zewacê, daxwaza cudabûnê, redkirina têkiliyê hatine kuştin û sedema kuştina 182 jinan jî nehatiye zanîn.

Li gor raportê, 181 jin li malên xwe, 48 li kolanê, 15 li cihê kar, 14 li zeviyê, 11 di otomobîlê de, 5 li hotelê, 4 li cihekî tenha, 1 di depoya daran û jinek jî li kuaforê hatiye kuştin û cihê kuştina 20 jinan nehat zanîn.

Derbarê çawaniya kuştina wan jinan de jî di raportê de tê gotin, 170 bi çek, 83 bi amrazên wek kêr û bivir, 26 bi lêdanê, 26 bi xeniqandin, 2 bi şewitandinê, 1 jin bi maddeyên kimyewî û jinek jî bi avêtina ji bilindahiyê, hatine kuştin.

Platforma `Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin` eşkere dike ku ji jinên hatine kuştin, tenê derbarê 23 jinan de biryara parastinê hebûye, 45 ji wan gilî li navendên polîs tomar kiribûn û di qonaxa jihevcudabûnê de bûn û herwiha hatiye gotin, nehatiye zanîn ka biryara parastinê derbarê 263 jinan de hebûye an na!

Di raportê de rexne li Saziya Amaran a Fermî ya Tirkiyê (TUIK) tên girtin û tê gotin, rêjeya bêkariyê di nav jinan de zêde bûye û “jinên ji kar dûr dikevin li hember cudakarî û tundûtûjiyê bê parastin dimînin.” Hatiye gotin jî ji qurbaniyan tenê 45 jinan kar dikirin û nehatiye zanîn 247 ji wan kar dikir an na!

Herwiha di heman raportê de rexne li Wezareta Navxwe û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî jî tên girtin û tê gotin, “Tevî daxwazên me li şûna eşkerekirina rastiyan, her meh daxuyaniyên manîpulatîf belav kirin.”

Di raportê de amaje bi wê hatiye kirin ku di vê serdema Coronayê de ku divê her kes li malê bimîne, şert û merc ji bo jinan gelek zehmettir bûne.

Rudaw
Top