• Thursday, 02 May 2024
logo

Mamosteya zanîngehê ji aliyê destgirtiyê xwe hat şewitandin

Gulan Media December 30, 2020 Civakî
Mamosteya zanîngehê ji aliyê destgirtiyê xwe hat şewitandin
Mamosteya Zanîngeha Maltepeyê ya li Stenbolê Aylin Sozer li mala xwe ji aliyê desgirtiyê xwe yê berê Kemal Delbe ve hat kuştin. Herwiha li Dîlokê jî jinek ji aliyê kurê xwe û li Meletiyê jî jinek ji aliyê hevjînê xwe hatin kuştin.

Mamosteya Zanîngeha Maltepeyê Aylin Sozer piştî ku agahî ji nehatine wergirtin, malbata wê rêveberiya asayişa Stenbolê ji rewşê agahdar dike û polîs diçin mala Sozer.

Dema ku polîs diçin mala Aylin Sozer, dibînin ku Kemal Delbe jî di hundirê malê de ye û ew êrişî polîsan jî dike.

Li gor lêkolînên destpêkê kesê gumanber ewil stuyê Aylîn Sozer biriye û piştre jî termê wê şewitandiye.

Kemal Delbe ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û bo Navenda Ewlekariyê Stenbolê hat veguhestin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de ragihand ku cezayê pêwîst dê bo kujerê Aylin Sozer were dîtin.

Ji aliyê din ve bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê jî Selda T. Ya 38 salî ji aliyê hevjînê xwe Mehmet T. Yê 40 salî ve bi demançeyê ve hate kuştin.

Mehmet T ji aliyê polîsan ve hat destesekirin û ji bo karûbarên yasayî bo Navenda Asayişê Meletiyê hat şandin.

Li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê jî Ugur D. 32 salî ji ber sedemek hêj nayê zanîn dayîka Vesile D. ya 55 salî dîl girt.

Li ser agahdarkirinê tîmên bijîşkî û ewlekariyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Herwiha Şaredarê Îslahiyê Kemal Vural û Rêvebirê Asayişa Îslahiyê Bedrettin Saritaş jî çûn cihê bûyerê û hewl dan ku Ugur D razî bikin, lê di wê demê de Ugur D dayîka bi çeka nêçîrê kuşt.

Rudaw
Top